Şehîdên Parîsê li Lozanê hatin bibîranîn
Kurdistanî û dostên wan ên ji bo meşa mezin a sibê li Parîsê, ji Lozanê bikevin rê, berî rêwitiyê bi çalakiyekê qetlîam protestokirin û şehîdên Parîsê bi bîr anîn.
Kurdistanî û dostên wan ên ji bo meşa mezin a sibê li Parîsê, ji Lozanê bikevin rê, berî rêwitiyê bi çalakiyekê qetlîam protestokirin û şehîdên Parîsê bi bîr anîn.
Yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakînce Cansiz (Sara), nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez ( Ronahî) di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên di 23’yê Kanûnê de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin, li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Li ser banga Meclîsa Jinê ya Lajînê Kurdistanî û dostên wan li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û bi dirûşmeyan xwestin ku berpirsyarên qetlîama li Parîsê bên eşkerekirin, ber bi qada St Laurent ve meşiyan.
Li pêşiya meşê wêneyên şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin û Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ên li Silêmaniyê hatin qetilkirin hatin hilgirtin.
Li ber dêra li qada St Laurent find hatin vêxistin û şoreşgerên hatin qetilkirin hatin bîranîn. Li vir li ser navê Meclîsa Jinê ya Lajînê metna çapemeniyê ya bi zimanê Fransî hat xwendin. Piştî metna daxuyaniyê girseyê berê xwe da ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê ku wê ji bo meşa sibê wesayit derkevin rê.