Şehîdên Parîsê li Kîelê hatin bibîranîn

Şehîdên qetlîamên yekemîn û duyemîn ên Parîsê, li Kîelê bi merasîmekê hatin bibîranîn û bang li gel hat kirin ku cih di nav DKTM’ê de bigire û lê bibe xwedî.

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, bi pêşengiya Jiyana Jin û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kîelê, şehîdên qetlîamên Parîsê hatin bibîranîn, qetlîam hatin protestokirin.

Bibîranîn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kîelê, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di merasîmê de wiha hat gotin: “Bila kes hêviyê ji me neke ku em ê dengê xwe nekin. Em Kurd li ser pêyan in. Hikûmeta Fransayê berpirsa Qetlîama Parîsê ye û kiryar dewleta Tirk e. Kurd, wê sala 2023’yan li destkeftiyên xwe bibin xwedî û bi ser bikevin.“

Her wiha bang li Kurdistaniyên li Kîelê hat kirin ku li DKTM’e bibin xwedî û cih di nav meclîsên wê de bigirin.

Bi piranî jin tev li merasîmê bûn. Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin“ bi dawî bû.