Şehîdên Parîsê li Helsînkiyê hatin bibîranîn
Yek ji damezrênerên PKK‘ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin bibîranîn bîranîn.
Yek ji damezrênerên PKK‘ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin bibîranîn bîranîn.
Yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurditan (PKK) Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Netweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li Parîsê hatin qetilkirin li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê di salvegera 10'emîn de hatin bibîranîn.
Çalakî bi pêşengiya NCDK, KJAR, Komele û rêxistinên Fînlandî yên dostên Kurdan hat lidarxistin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî” hat berzkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Belavokên bi zimanê Fînlandî û Îngilizî hatin belavkirin. Di daxuyaniya hat dayîn de, hat diyarkirin ku berpirsê van êrîşan dewleta Tirk e û dewleta Fransa bi ronînekirina her du komkujiyan, hevkarê dewleta Tirk e.