Şehîdên Parîsê li Halleyê hatin bibîranîn
Li bajarê Halle yê Elmanyayê, Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn. Xizmê Mîr Perwer, Faysal Çetîn di merasîmê de axivî û got: “Em ê êşa xwe li dijî dijmin veguherînin kîn, hêrs û hêzê.”
Li bajarê Halle yê Elmanyayê, Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn. Xizmê Mîr Perwer, Faysal Çetîn di merasîmê de axivî û got: “Em ê êşa xwe li dijî dijmin veguherînin kîn, hêrs û hêzê.”
Li bajarê Halle yê Elmanyayê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li Parîsa paytexta Fransayê hatin qetilkirin, merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), bi pêşengiya enternasyonalîstan li qada Steîntor a Halleyê hatin ba hev, komkujiyên Parîsê protesto kirin û şehîd bi bîr anîn. Ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyaniyên Women Defend Rojava, Cenî û komên çepgir, hatin xwendin û wiha hat gotin: “9’ê Çileya 2013’an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê îstixbarata servîsa Tirk ve hatin qetilkirin. Bi awayekê eşkere li holê ye ku Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an, dewama Komkujiya 9’ê Çileyê ye. Şervana Azadiyê ya Kurd Emîne Kara, weke sê şoreşgerên beriya xwe ev zêdeyî 30 sal bûn, ji bo jinan têkoşîneke hêja dikir. Lewma divê em 9’ê Çileyê bibin dengê hemû jinên hatin qetilkirin. Hemû serhildanên li Îran, Kurdistan, Belûcistan, Efxanistan, Abya Yala, Tîgray, Sûdan û li cîhanê ji hev ne qut in. Divê em li dora berxwedana jinan kom bibin.”
Safiye Erol jî li ser navê TJK-E’yê axivî û wiha got: “Em Kurd û dostên xwe pir xemgîn in. Beriya 10 salan 3 jinên şoreşger li Parîsê hatin qetilkirin. Ji ber ku hesab ji kiryar vê komkujiyê nehat pirsîn, Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn qewimî. Eşkere ye ku hişmendiya komkujî pêk anî, mîna ya DAÎŞ’ê ye. Evîn Goyî li Rojava li dijî hişmendiya DAÎŞ’ê têkoşiyaye. Lewma divê em hemû jinên cîhanê li dijî van komkujiyên jinan, têbikoşin.”
Faysal Çetîn jî li ser navê malbata Mîr Perwer ê 23’ê Kanûna 2022’yan hat qetilkirin, axivî. Çetîn peyama dayika Mîr Perwer a silavkirina hemû kesên xwedî li şehîdên xwe derdikevin, ragihand û got: “Ji bo dijmin keyfxweş nebe ez ê negrîm, bi ya min ne mafê min e ku ez bi girî dilê xwe rehet bikim. Em ê êşa xwe li dijî dijmin, veguherînin kîn, hêrs û hêzê. Tişta em pê tên ba heva û pê dibin yek, êşa me ye.”