Şehîdên Parîsê li cihê komkujiyê hatin bîranîn

Şehîdên Parîsê li ber Buroya Enformasyonê ya ku komkujiya yekem lê qewimî, hatin bîranîn.

Şehîdên Parîsê li ber Buroya Enformasyona Kurd a ku Komkujiya Parîsê ya 1’emîn lê qewimî, hatin bîranîn.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Parîsê, Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordoba, endamên Senatoya Parîsê, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên STO’yê, Tevgera Jinên Kurd û CDK-F tev li çalakiyê bûn.

Senatorê Partiya Sosyalîst Remo Fero, li ser navê CDK-F’ê Sara Marcha, Komeleya Kurdistan a Francesc û endamên Tevgera Dostatiya Gelên Li Dijî Nijaperestiyê ya Mrap, li çalakiyê bûn.

Alexandra Cordoba wiha got: “Em demên zehmet dijîn. Ev êrîş li dijî hemû niştecihên Parîsê hatine kirin. Li dijî kesên li dijî DAÎŞ’ê nirxên xwe yên demokrasî û mirovahiyê parastine, hatiye kirin.”

Sara Marcha jî li ser navê CDK-F’ê axivî û got ku jinên pêşengê şoreşê, ji dîrokê heta niha timî hatine hedefgirtin, ji bo paşeroj dubare nebe divê têkoşîna edalet û heqîqetê bidome.