Şehîdên Parîsê li Bordeaûxê hatin bîranîn

Ji bo Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ên li Parîsê di êrîşa li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya de şehîd bûn, li Bordeaûxê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Evîn Goyî (Emîne Kara), Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) ên li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya de şehîd bûn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Bordeaûxê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîm bi sirûda “Çerxa Şoreşê” bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Nûnerê/a NCKD’ê got ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd bê hêvî û bawerî bihêle, êrîş dike. Nûner qala şerê dagirkerî û îmhayê yê dewleta Tirk sala 2022’an li dijî gelê Kurd pêk anî, kir û destnîşan kir ku tu tişt nikare gelê Kurd ji rêya azadiyê derbixe.