Şehîdên Meha Gulanê li Viyanayê hatin bibîranîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li navenda FEY-KOM'ê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li navenda FEY-KOM'ê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li navenda FEY-KOM'ê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de ji bo giyanê Şehîdên Meha Gulanê rêz hate girtin.
Di bîranînê de ewilî Ozan Mêrdîn axivî. Mêrdîn anî ziman ku bi boneya şehîdan em îro li hev civiyan û got: “Li pişt hemû destkeftiyên li Kurdistanê hatine afirandin, rastiya şehîdan heye. Divê em hîn bêhtir li ser xeta şehîdan xwe pêş bixin.”
Mêrdîn diyar kir ku Şehîdên Meha Gulanê wê bi berfirehkirina têkoşîna azadiyê bigihêjin armancên xwe.
Piştre Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Zulkuf Karatekîn axivî û bal kişand bi ser geşedanên dawî. Karatekîn diyar kir ku ji bo hilbijartina tûra 2'yemîn a Serokkomariyê wê bi ruhê seferberiyê tevbigerin.