Şehîdên Meha Gulanê li Grazê hatin bîranîn
Li bajarê Graz ê Avûstûryayê civînek hat lidarxistin û Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.
Li bajarê Graz ê Avûstûryayê civînek hat lidarxistin û Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.
Roja Pêncşemê piştî nîvro, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civînek hat lidarxistin û Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.
Hevserokên Komeleya Elewiyan a Grazê û endamên wê, tevlî civînê bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên hatin kirin de, şehîd hatin bîranîn û hat destnîşankirin ku gelên Tirkiye û Kurdistanê di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin.
Di civînê de di şexsê pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ku 18’ê Gulanê li girtîgeha Amedê hat qetilkirin, Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de, şehîdên azadiyê û şoreşê yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bîranîn.