Şehîdên Meha Gulanê li Bensheîmê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê li Bensheîmê bi çalakiyeke hatin bîranîn.

Li bajarê Bensheîm ê eyaleta Hessen ê Elmanyayê, bi organîzasyona Meclîsa Gel a Kurd Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. 

Bi dehan Kurdistanî tevlî çalakiya bîranînê ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bensheîmê hate lidarxistin, bûn. 

Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Meha Gulanê dest pê kir. Li ser navê Malbatên Şehîdan KOMAW’ê Lokman Cizîrî axivî. Cizîrî di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Yên ku em li vir anîn ba hev, şehîdên me ne. Bi saya Rêber Apo em weke malbatek li vir kom bûn. Eger em li Rojava şoreşê pîroz dikin, eger em îro bûne artêş, partî û me xwe li cîhanê daye îspat kirin, ev bi saya Şehîdên Meha Gulanê ye.”

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ê di Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk de cih digire, li ser geşedanên dawî yên siyasî axivî û qala hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê kir. Sariyildiz, anî ziman ku bi dengekî re gelek tişt hat guhertin û di van hilbijartinan de dawiya dîktatorê hatiye dîtin. Sariyildiz diyar kir ku ji bo tûra duyemîn a hilbijartin serokkomariyê ku wê li Ewropayê dest pê bike, divê bi şev û roj xebat bên meşandin.