Şehîdên Komkujiyên Parîsê li Dresdenê hatin bîranîn
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bîranîn.
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bîranîn.
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, ji bo şehîdên komkujiyên Parîsê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn bi Pêşengiya Women Defend Rojava li Albert Plaztê hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê daxuyanî hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li paytexta Fransa Parîsê bi destê dewleta Tirk hate kirin, hate nixumandin. Lewma pêşî li komkujiyên nû hate vekirin. Di 23'ê Kanûna 2022'an de jî bi heman planên qirêj komkujî hate kirin. Divê dewleta Fransayê van komkujiyan eşkere bike."
Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Safiye Erol axivî û got, "9'ê Çileyê ji bo me rojeke reş e. Komkujiya di 23'ê Kanûnê de hate kirin dewama komkujiya 2013'an bû. Divê gladiyoyên li pişt van komkujiyan tavilê bêne eşkerekirin."
Di bîranînê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.