Şehîdên Komkujiya Parîsê li Barcelonayê hatin bîranîn
Di salvegera 10'an a Komkujiya Parîsê de li Barcelonayê meşek hate lidarxistin û Sara, Rojbîn, Ronahî hatin bîranîn.
Di salvegera 10'an a Komkujiya Parîsê de li Barcelonayê meşek hate lidarxistin û Sara, Rojbîn, Ronahî hatin bîranîn.
Li bajarê Barcelona yê herêma Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê, ji ber salvegera 10'an a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an meşeke girseyî hate lidarxistin.
Meşa ku enternasyonalîstan pêşengî jê re kirin, nêzî 300 kes tevlî bûn.
Girseya gel ji kolana Passeig de Gracia derbas bû ku qada navendî ya bajêr e û heta ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşiya.
Çalakgeran li vê derê dirûşma "Erdogan kujer e" qîriya.
Meşê heta qada navendî Placa Katalunya dewam kir û bi mîtîngekê komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin.
Meş bi soza xurtkirina şoreşa jinê bi dawî bû.
Piştî ku meş bi dawî û çalakvan belav bûn, polîsên Katalonyayê komek ji çalakvanan rawestand û yekemcar dest danîn ser alên PKK'ê. Ev nêzîkatiya polîsên Katalan bû cihê nerazîbûneke mezin.