Şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn

Bi boneya Hefteya Lehengiyê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.

Bi boneya Hefteya Lehengiyê li bajarê St Gallen ê Swîsreyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St Gallenê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Fîdan Ana axivî. Fîdan Ana Şehîdên Azadiyê bi bîr anî û got: “Der barê şehîdên me de axiftin, gelek zehmet e. Encex em dikarin soz bidin ku xwedî li têkoşîna wan a efsanewî derbikevin û bigihînin serkeftinê.”

Di merasîmê de Komîsyona Çandê ya CDK’ê muzîk pêşkêş kir. Di dawiya merasîmê de jî hunermend Rotînda girse silav kir û qala bîranînên xwe yên bi şehîdan re kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.