BI DÎMEN

Şehîd Reşo, li Giessenê hat bibîranîn

Şehîd Reşo (Şeyhmuz Kavak) ê ku di 1995’an de li Amedê şehîd bibû, li bajarê Giessen ê Elmanyayê hate bibîranîn. Têkoşîn û mîrateya şehîd hate vegotin.

Li bajarê Giessen ê Elmanyayê, ji bo Şehîd Reşo (Şeyhmuz Kavak) ê ku di 1995’an de li Amedê şehîd bibû, çalakiyekî bîranînê ya girseyî hate lidarxistin. Di axaftinên bîranînê de jiyan û têkoşîna şehîd Reşo hate vegotin.

Li ser navê malbata Şehîd Reşo, Ramazan Kavak mafê axaftinê girt û bal kişand ser şert û mercên zehmet ên demê û xeta têkoşînê ya şehîd Reşo.

Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan Lokman Cizirî axivî û diyar kir ku bingeha têkoşîna hebûnê ya PKK’ê, şehîd in. Cizirî bilêv kir ku nirxên ku hatine avakirin bi xwîna şehîdan şîn bûye û anî ziman ku mezinkirina van nirxan, ji bo wan erk e.

Cizirî, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya heyî. Cizirî îşaret bi qonaxa heyî ya têkoşînê kir û anî ziman ku hesasiyeta pêvajoyê û rola Rêber Apo wê bi têkoşîna tê dayîn re, xurttir bibe.

Şehîd Reşo (Şeyhmuz Kavak) ê ku di 1974’an de li Kercewsê ji dayik bû, di sala 1992’an de ji Amedê tevlî refên PKK’ê bibû û di sala 1995’an de li Amedê şehîd bibû.