Şehîd Karakûş û Kûnûr li Solothûrnê hatin bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Bîlal Karakûş û Orhan Kûnûr ên ku di meha Tîrmehê de şehîd bibûn, li Solothûrnê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Bîlal Karakûş û Orhan Kûnûr ên ku di meha Tîrmehê de şehîd bibûn, li Solothûrnê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Ji fermandarê HPG’ê Bîlal Karakûş (Alî Haydar Dersim) û gerîlayê HPG’ê Orhan Kûnûr (Karker Îsyan) ên ku meha Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hatin bibîranîn.
Merasîma bibîranînê ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Xizmên gerîla Orhan Kûnûr û gelek Kurdistanî tev li merasîmê bûn.
Di şexsê gerîla Karakûş û Kûnûr de ji bo bibîranîna şehîdên Têkoşîna ji bo Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.
Bi pişt re li ser navê KOMAW’ê Metîn Mîntaş axivî. Mîntaş diyar kir ku di çarçoveya polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê de êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê berdewam in û wiha axivî: “Kurd nêzîkê sal û 9 meh in ku hay ji Rêbertiya xwe nîn in. Ewlehî û jiyana Rêbertiya me; xeta me ya sor e. Bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ em ê li her derê li têkoşîna ji bo azadiya Rêbertiyê û Kurdistanê dewam bikin.“
Xizmên gerîla Orhan Kûnûr jî axivîn. Sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hat nîşandan.
Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin“ bi dawî bû.