Şehîd Fermandar Fazil Botan li Duisburgê hat bibîranîn
Di merasîma bibîranînê de ku ji bo fermandar Fazil Botan li Duisburgê hat danîn, wiha hat gotin: ‘’Ji bo mirov layiqê hevrê Fazil bibe, divê mirov li nasname xwe bibe xwedî."
Di merasîma bibîranînê de ku ji bo fermandar Fazil Botan li Duisburgê hat danîn, wiha hat gotin: ‘’Ji bo mirov layiqê hevrê Fazil bibe, divê mirov li nasname xwe bibe xwedî."
Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê, bi beşdarbûyîna Kurdistaniyên li NRW’ê û dostên wan, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê ku sala 1988’an gihîşt Tevgera Azadiyê û li dijî DAÎŞ’ê li eniya herî pêş şer kir û di qezayekê de ku sala 2015’an qewimî, birîndar bû û ji bo dermankirinê çû Ewropayê û 15’ê Hezîrana sala 2022’yan şehîd bû, hemû şehîdên azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.
Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû. Li bibîranînê li axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan a li ser Fermandar Fazil Botan hat temaşekirin.
Bi pişt re endama KNK’ê Nîlufer Koç, di şexsê Şehîd Fazil Botan de hemû Şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîr anîn û dest bi axaftinê kir.
Koç, diyar kir ku Fazil Botan nirxên ku ji wan bawer kirine, bi sekina xwe bi ruh û can kirine û wiha got: ‘’Em Tevgera Jinên Kurd, niqaş dikin ku em dikarin bi mêrên çawa re bikarin bimeşin û hevrêtiya rastîn bikin. Ji van hevalên rastîn yek jê Heval Fazil Botan bû. Sosyalîstî û demokratiyê di xwe de şênber kir. Fermandarekê mezin bû û li çar aliyên Kurdistanê ked da û pêşengî kir.’’
Koç bi domdarî wiha axivî: ‘’Ji bo em bibin layiqê hevrê Fazil û şehîdên xwe yên hêja, erka me ya esasî ye ku em li nasnameya xwe bibin xwedî û ji bo perçekirina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo, têkoşîna xwe geş bikin.’’
Zeynep Zelal Bafê ku bi pişt re li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axivî, got: ‘’Di şexsê Şehîd Fermandar Fazil Botan de ku karî hevaltiyeke rastîn bi jinan re bike, em soz didin Şehîdên Azadiya Kurdistanê ku em ê têkoşîna wan geş bikin.’’
Bafê, diyar kir ku Şehîd Fazil Botan bi têkoşîna xwe ya bi 34 salan, zêde bandor li hevalên xwe yên têkoşînê kiriye û anî ziman ku têkoşîn û ked û pêşengiya heval Fazil di diyarkirina destkeftiyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de gelek e.
Bi pişt re li sînevîzyona li ser jiyana bi têkoşerî ya bi 34 salan a Şehîd Fazil Botan hat temaşekirin.
Bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ dawî li bibîranînê hat.