Şehid Fazil Botan li Viyanayê hat bibîranîn
Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Fazil Botan li Viyanayê bi çalakiyeke hat bîranîn.
Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Fazil Botan li Viyanayê bi çalakiyeke hat bîranîn.
Ji bo bîranîna Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) li paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakî hat lidarxistin.
Çalakiya bîranînê ku ji aliyê FEY-KOM’ê ve hat organîzekirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin.
Endamê TJK-E’ê Agirî Kobanê ku di çalakiyê de axivî wiha got: “Jiyana li çiya ne hêsan e, li çiya li ber xwe dayîn jî ne hêsan e. Şehîd Fazil Botan ku 34 sal têkoşiya, hevreyekî ku bi berxedan û têkoşîna xwe tê naskirin. Em jî bi ruhê şehîd Fazil Botan Rêbertiyê azad bikin.”
Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.