Şehîd Doga Jiyan hate bîranîn
Şehîd Doga Jiyan a di sala 2016'an de li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anî, di 6'emîn salvegera şehadeta xwe de li Ayianapa ya Qibrisê hat bîranîn. Ji bo bîranîna wê 'Komuna Doga Jiyan' hat avakirin.
Şehîd Doga Jiyan a di sala 2016'an de li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anî, di 6'emîn salvegera şehadeta xwe de li Ayianapa ya Qibrisê hat bîranîn. Ji bo bîranîna wê 'Komuna Doga Jiyan' hat avakirin.
Şehîd Doga Jiyan (Seher Çagla Demîr) a di sala 2016’an de li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anî, li Ayianapa ya Qibrisê hate bîranîn. Meresima bîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Di bîranînê de Fermandarê Efsanewî yê Berxwedana Rêveberiya Xweser Çiyager Hêvî jî hate bîranîn.
Ji bo bîranîna Dogan Jiyan, "Komuna Doga Jiyan" a ji 40 nûneran pêk tê, li bajarên Ayianapa, Paralimni û Larnakayê bixebite hat avakirin.
Piştre sînevziyona hate temaşekirin.
Meresima bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.