Şehîd Îzzet Karpûzcû li Lînzê hate bibîranîn

Îzzet Karpûzcû (Mazlûm Konya) yê ku li Rojava di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de şehîd bûbû, li bajarê Lînzê yê Avûstûryayê hate bibîranîn.

Di 4’ê Nîsana 2014’an de li gundê Tilboxa yê Serêkaniyê ya Rojava di şerê li dijî DAÎŞ’ê de Îzzet Karpûzcû (Mazlûm Konya) şehîd bûbû. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê du roj berê, şehadeta wî ragihand.

Li bajarê Lînzê yê Avûstûryayê Îzzet Karpûzcû (Mazlûm Konya) hate bibîranîn.

Bavê wî di bibîranînê de got ku “Em bi kurê xwe serbilind in. Ez 35 sal in girêdayî vê têkoşînê me û heta nefesa xwe ya dawîn ez ê di nav têkoşînê de bim.”

Çalakgera Tevgera Jinên Kurd a Avûstûryayê Agirê Kobanê û Hevseroka Civaka Azad a Avûstûryayê Xalis Serhad di bibîranînê de axivîn û diyar kirin ku divê xwedî li têkoşîna şehîdên têkoşînê were derketin.