Şaredarê Mantes la Jolîeyê serdana DKTM’ê kir

Şarêdarê Mantes la Jolîeyê Raphaël Cognet ku çû serdana Komeleya Gelê Normandiya, Qetlîama Parîsê şermezar kir û got ku ji bo ronîkirina qetlîamê tiştên ji milên wan bê ew ê bikin.

Şarêdarê Mantes la Jolîe Raphaël Cognet û şandeya pê re, ji bo sersaxiyê bide serdan li Komeleya Gelê Normandiyayê kir.

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zozan Serhat û Kurdistaniyên li Komeleyê, pêşwazî li şandeya Fransî kir. Şaredar Cognet, ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku li Parîsê hatin qetilkirin, sersaxî da gelê Kurd û qetlîam şermezar kir. Cognet diyar kir ku ew dostên Kurdan in û her bi wan re ne û got ku ji bo ronîkirina qetlîamê çi ji milên wan bê ew ê bikin.

Zozan Serhat jî spasiya şandeyê kir.