Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo, Şaredara Herêma 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard û şandeyek a ji endamên meclîsa van şaredariyan pêk tê, serdana Navenda Çanda Ahmet Kaya ya Komkujiya Parîsê ya 2’emîn lê qewimî, kirin.
Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo li vir axivî, sersaxî xwest û ev peyam da: “Êşa me êşa me ye. Em bi we re ne, ji we hez dikin û xwedî derdikevin. Ez weke Şaredara Parîsê dizanim ku cesareta Kurdan û berxwedana wan, ji bo me gelek girîng e. Jin û mêrên Kurd li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Em dizanin ku DAÎŞ’ê li Parîsê gef li me xwar. Kurd aştî, yekîtî û azadiyê diparêzin. Nirxên ku ew diparêzin, nirxên ku em diparêzin e. Di vê wateyê de komkujiya ku qewimî ye, nayê qebûlkirin. Weke delegasyona Parîsê ji bo pêkanîna edaletê, em ê tişta ji destê me tê bikin. Em dixwazin ji bo hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, tiştek wesa bikin ku timî di bîran de bijîn. Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo meş şer kirine û mîna me difikirin, bê naskirin. Ne tenê weke Şaredariya Parîsê, weke dostek we jî vê dibêjim; Ji bek ku gelek tişt hene ku ez bi we re heman fikrê parve dikim.”