Êrîşên li ser Elewî û Durziyan li Stuttgartê hatin protestokirin

Platforma Têkoşîna Li Dijî Qirkirinê, bi armanca protestokirina êrîşên li Sûriyeyê li ser gelê Elewî û Durziyan, mitîngek li dar xist. Platformê li dijî tundiya mezhebî ya HTŞ û komên cîhadîst hevşip, banga hestiyariya navnetweyî navneteweyî kir.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, li ser banga Platforma Têkoşîna Li Dijî Qirkirinan mitîng hate lidarxistin û êrîşên hêzên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û HTŞ’ê li ser gelê Elewî û Durzî, hate protestokirin.

Di daxuyaniya li ser navê platformê de hate diyarkirin ku li Sûriyeyê êrîşên sîstematîk ên li dijî Elewiyan dîsa zêde bûye û wiha hate gotin, “HTŞ’ê ya faşît û rêxistinên çete yên cîhadîst ên hevşip, zext û tundiya xwe ya li ser hemû bawerî û gelên ne ji xwe, zêde dikin. HTŞ’ê rêxistineke radîkal e ku li ser xeta El Qaîde ye û bi êrîşên xwe yên li ser sivîlan û polîtîkayên xwe yên mezhebî tê nasîn.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrîşên dawî de civaka Elewî rasterast hatiye hedefgirtin û wiha hat gotin, “Mirovan ji cih û warên wan dikin der, mal û cihên wan ên kar desteser dikin, hildiweşînin û gelê bê çek ê mezlûm qetil dikin.”

Nûnerên platformê diyarkirin ku ev rewş ne tenê pirsgirêkek herêmî ye, berpirsyariyeke mirovî ye û banga piştevaniya navneteweyî kirin û wiha gotin, “Li dijî vê zilmê rabûn, berpirsyariya me ya mirovî ya me hemûyan e. Ji ber vê yekê em îro li vir in. Bêdeng nemînin û nebin şîrîkê komkujiyê.”

Mitîng bi dirûşme û peyamên piştgiriyê dewam kir.