Çalakvanên Cenevreyê banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kirin
Di çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê dewam dike de, banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê hat kirin ku wê 15’ê Nîsanê bê lidarxistin.
Di çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê dewam dike de, banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê hat kirin ku wê 15’ê Nîsanê bê lidarxistin.
Li Qada Natîons a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Kurdsitaniyan îro jî çalakî domandin.
Di şexsê gerîlayan Dîcle Omer (Raperîn Botan), Rêvan Sûrûç (Peyam Demîr) û Botan Êrîş (Mahmût Tekîn) de ku roja 29’ê Adarê li Cîloyê di şer de şehîd bûn, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd deqeyek rêz hate girtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên xwedî derketina li pêngava “Dem dema azadiyê ye” hatin berzkirin. Destpêkê Hevserokê CDK’ê Mehmet Latîf Çelebî axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû qadên jiyanê bûye. Çelebî anî ziman ku çekên kîmyewî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Kurdistanê û qadên jiyanê yên gerîlayan tê bikaranîn, ji Ewropayê diçin û got: “Cîhan li hemberî tecrîdê, durûtiyê dike. Ji bo bi dawîbûna tecrîda Îmraliyê, em ê 15’ê Nîsanê tev li meşa li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bibin.”
‘BI RUHÊ SEFERBERIYÊ, BER BI DUSSELDORFÊ VE’
Hevserok Tûba Yilmaz jî bal kişand ser salvegera Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe û ev tişt got: “Divê em bi ruhê seferberiyê bi hemû derfetên xwe tev li çalakiya Dusseldorfê bibin ku wê roja Şemiyê bê lidarxistin. Heta ku azadiya Rêbertiya me û statuya Kurdistanê mîsoger dibe, em ê timî li qadan bin.”
Piştî axaftinan Kurdistaniyan pişta xwe dan avahiya NY’ê û li vir demek dirêj dirûşme berz kirin û çalakiya rûniştinê lidar xistin.