Li Dusseldorf, Munîh û Bremen ku bajarên Elmanyayê ne, li dijî Qetlîama Parîsê meş hatin lidarxistin.
DUSSELDORF
Kurdistaniyan li Dusseldorfa paytexta Eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê, li dijî Qetlîama Parîsê çalakî li dar xist. Meş li ber baranê hat kirin. Meş bi organîzekirina YJK-E ya NRW’Ê di bin pankartê “Em dev jê bernadin, ji bîr nakin“ hat lidarxistin.
Ayten Kaplan ku li ser navê Yekitiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) yê axivî, ev tişt diyar kirin: “10 sal berê hevalên me Sakîne, Fîdan û Leyla hatin qetilkirin. Fransa dizanî ku hêza li pişt kujeran kî ye lê biryara nepenîbûnê danî ser dosyeyê. Bi vê, rê li ber qetlîama duduyan vebû. Heta kujer bên darizandin û edalet durist bibe em ê ji bo edaletê bimeşin. Ji bo em wek gelên din bi aştî, azadî û edalet bijîn, nasnameya me ya neteweyî bê naskirin, em têdikoşin. Van mafan nadin Kurdan. Lewma em li qadan in. Êdî dem e ku em Kurd bên qebûlkirin. Di serî de Elmanya, dem e ku welatên YE’yê siyaseta xwe ya li dijî Kurdan biguhêrin.“
Hunermend Diyar jî axavtinek kir û got: “12 hezar şehîdên Kurdan hene. Heval Evîn jî pêşengeke vê berxwedanê bû. Ev bû xelata me? Dewleta Tirk ji jinên Kurd pir ditirse. Qetlîamên Silêmanîyê û Parîse nîşaneyên tirsa wê ne. Ew bi vê dizanin, têkoşîna me, xelasiya Kurdan bi pêşengiya jinan bi pêş ve diçe. Tevgera jinan li cîhanê roj bi roj geş dibe. Her kes bi sempatî lê dinihêre û jê hêzê digire. Dijmin peyamekê dide; ‘Hûn li kû bin jî em ê we bikujin.’ Dixwaze me bitirsîne. Lewre dewleta Tirk a faşîst ji bo pêşeroja xwe ditirse. Kurd li ser pêyan in. Rêbertî li Îmraliyê, gerîla li Zap û Metînayê li ber xwe didin. Gelê me li Rojava û Rojhilat bi awayekê bêhempa têdikoşe. Rejîmên faşîst li ber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji tirsan dilerizin. Gelê me yê li Ewropayê li ser pêyan e. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna me ava kiriye. Dewleta Tirk ditirse ku Kurd bibin xwedî statu. Dibêjin ku Kurd bibin xwedî statu ew ê tune bibin. Lewma êrîşên bi terorîstî dikin.“
Kurdên dostan ên Elman jî tev li meşê bûn. Endamê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê û Dîe Lîne Krefeldê Stephan Hagemes di meşê de axivî û wiha got: “2013’an sê polîtîkagerên Jin ên Kurd hatin qetilkirin. 10 sal derbas bûn, qetlîamek din pêk hat. Polîsên Fransa û dewleta Fransa, ne di wê rewşê de ye ku Kurdan li dijî êrîşan biparêze. Li Elmanyayê jî ev rewş heman e. Bi dehsalan li dijî aktîvîstên Kurd, êrîşên faşîst ên Tirk hatin pêk hatin. MÎT li xaka Elmanyayê li dijî Kurdan êrîşan plan dike. MÎT li vir gefa kuştinê li Kurdan dixwe.”
Nûnerê/a Revolûtîonarer Jûgendbûnd (RJ-Yekîtiya Ciwanên Şoreşger) jî li vir axivî û ev tişt gotin: “Qetlîama Parîsê ne tesaduf e. Qetlîam e ku bi hedefgirtî hatiye kirin. Bi salan li dijî tevgera Kurd, li dewletên endamên YE’yê antî-propaganda hatin kirin. Ev komkujî berhemek ê van antî-propagandayên ku Tirkiyeyê hatine îhrackirin e. Em çima li vir in? Em hewl didin ku pêşî li hin sûcên din bigrin. Elmanya hewl dide bi girtin, serdegirtin û lêgerînan tevgera Kurd krîmanîlîze bike. Lewma di geşedanên têkildarî Kurdan pêş dikevin de, berpirsyariya Elmanya jî heye.”
Meş li ber Balyozxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê bi dawî bû.
MUNÎH
Qetlîama Parîsê ya 2’emîn, li bajarê Munîh ê Elmanyayê ji aliyê Kurdan ve li ber Balyozxaneya Tirk hat protestokirin.
Kurdan li ber Balyozxaneya Tirk xeleka ji mirovan çêkirin û xwestin ku hêzên di navber Qetlîama 9’ê Çileya 2013’an û êrîşa 23’ê Kanûna 2022’an a li ser Navenda Çanda Kurd de bên eşkerekirin û darizandin. Di daxuyaniya bi Elmanî û Tirkî hat xwendin de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk li piştî Qetlîama Parîsê ye û hat xwestin ku divê dewleta Fransa û dewletên din ên Ewropayê li dijî pêkanînên qirêj ên hikûmeta Erdogan, bertekên tûnd nîşa bidin.
Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin hildan.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Sara Rojbîn Ronahî, Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.
BREMEN
Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Bremen ê Elmanyayê dijîn, ji bo şermezarkirina Qetlîma Parîsê û bîranîna şehîdan, ji ber Bahnhofê heta Wezareta Çandê meşiyan.
Çalakî bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Sêvê hat lidarxistin û li ber Wezareta Çandê bi mîtîngekê bi dawî bû.