Çalakiyên protestokirina Qetlîama Parîsê berdewam in - HATE NÛKIRIN
Li Bordeaûx, Heîlbronn, Stockholm û Marsîlyayê Qetlîama Parîsê ya ku sê aktîvîstên Kurd hatin qetilkirin hat protestokirin.
Li Bordeaûx, Heîlbronn, Stockholm û Marsîlyayê Qetlîama Parîsê ya ku sê aktîvîstên Kurd hatin qetilkirin hat protestokirin.
Bi çalakiyên li bajarên Bordeaûx û Marsîlya yên Fransayê, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê û li Stockholma paytexta Swêdê hatin lidarxistin, Qetlîama Parîsa ya Duyemîn ku Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman hatin qetilkirin, hat protestokirin.
BORDEAÛX
Kurd û dostên wan ên li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ji bo şermezarkirina Qetlîama Parîsê meşiyan. Nêzîkê hêzar kes tev li meşê bûn. Di meşê de hat diyarkirin ku êrîş bi organîzekirina Erdoganê faşîst û çeteyên wî hatiye kirin, ev ji wan re namîne; wê bi berxwedana gel û gerîla her der bibe cihê berxwedanê.
Peyamên Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA), Sendîkaya Federasyona Yekîtiyê (FSÛ), Ensemble a tevgera piştevaniyê, Navenda Çanda Elewiyan a Bordeaûxê û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Demokratîk ku tev li çalakiyê bûn, hatin xwendin,
Dogan K. ku bi pişt re li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Bordeaûxê axivî got ku ew li dijî vê êrîşa plankirî û organîze bêzar nabin.
Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Bimire rejîma faşîst a Tirk“ hatin berzkirin.
HEÎLBRONN
Qetilkirina 3 aktîvîstên Kurd roja 23’yê Kanûnê li Parîsê, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin. Mîtîng, li Kîlîanzplatzê hat lidarxistin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Gulîstan Ateş di mîtîngê de bi Elmanî axivî û bang li hikûmeta Fransayê kir û xwest ku demildest bûyerê çareser bike, hêzên li pişt kujer eşkere bike.
Ateş wiha got: “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li her derê êrîşên qirkirina Kurdan dike. Em ji bo parastina xwe, hêza xwe ya rêxistinkirî xurt bikin, li saziyên xwe bibin xwedî.“
Di mîtîngê de wêne û pankartên kesên di êrîşê de şehîd bûn, hatin vekirin. Dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Mîtîng, piştî axaftinan bi dawî bû.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêdê Stockholmê, Kurd û dostên wan li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û xwestin ku hêzên li pişt qetlîamê bên eşkerekirin.
Çelenga reş a bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin û wêneyên Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil, bi berzkirina dirûşmeya “Kujer Erdogan”, hat danîn ber balyozxaneyê û dosyaya têkildarê ronîkirina komkujiyê, radestê rayedaran hat kirin. Piştre girse ber bi navenda bajêr ve bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî” meşiya.
MARSÎLYA
Kurd û dostên wan li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê mîtîngek li dar xistin. Peyama çalakî wê bê navber bidomin, hat dayîn.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî Qetlîama Parîsê bi meşeke girseyî hat protestokirin. Kurdistanî û dostên xwe ji Templergrabenê heta Elîsenbrûnnen ku cihê herî qelebalix ê bajêr e, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî“ meşiyan û daxwaza ronîkirina her du qetlîamên Parîsê kirin.
AARAÛ
Qetlîama Roboskiyê ku 28’ê Kanûna sala 2011’an li Roboskiyê bi balafirên şer ên dewleta Tirk hat kirin û bi piranî zarok 34 gundî hatin qetilkirin, Qetlîama Parîsê ya Duduyan û qetilkirina 11 gerîlayên Kurdistanê di 5 Mijdarê de ji aliyê dewletê Tirk ve, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê hatin protestokirin.
Kurdistanî û dostên xwe ku bi banga Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aaraûyê li ber Bahnhofplatzê hatin ba hev, ji bo bibîranîna qetilkiriyên bi destê faşîzma dewleta Tirk, find hatin vêxistin. Piştî rêzgirtina bi deqeyekê Seda Can ku li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê axivî, wiha got: “Faşîzma dewleta Tirk ku tu cihekê jiyanê ji bo Kurdan nas nake, li nava Ewropayê qetlîameke din kir. Em ji bo bibîranîna sivîlên bêguneh ku 11 sal berê li Roboskiyê hatin qetilkirin, hatin ba hev. Mixabin careke din di şexsê Evîn Goyî (Emîne Kara) de bi qetlîamekê azadiya jinên Kurd hatin armanckirin.“
Seda Can bi bîr xist ku dewleta Tirk sûcê şer û dermirovî dike, bi gazên kîmyewî êrîş dike, li Roboskiyê bombe bi ser zarokan de barand, dewleta Fransa qetlîama ku 2013’an li hemberî sê jinên Kurd ên şoreşger hatî kirin nixûmand û got: “Em weke jin û ciwanên Kurd, car din destûr nadin polîtîkayên Fransayê yên sala 2013’an. Em ê heta derxistina holê ya berpirsayarên esas ên vê komkujiya ku faîlê wê bi awayek eşkere li holê ye, her qada ku lê ne vegerînin qada berxwedanê.”
Di çalakiyê de metna daxuyaniyê ya bi Elmanî hat xwendin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî qetlîamê bi dawî bû.