Çalakgerên li Strasbourgê: Bila dewletên Ewropayê dawî li durûtiyê bînin

Çalakgerên li Strasbourgê diyar kirin ku tecrîd hatiye asta êşkenceyê û xwestin, ku tavilê bê rakirin. Her wiha bang li dewletên Ewropayê jî kirin ku dawî li durûtiyê bîne.

Çalakiya li Strasboûrgê ya li Fransayê ku her roj siyasetmedarên Kurdistanî, ciwan, jin, saziyên baweriyan û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Ewropayê didomînin, di hefteya duyemîn de ye. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyê bûn, li ser armanca çalakiyê axivîn.

Endamê Meclîsa Parîsê ya Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya Tansu Tek têkilî armanca tevlêbûna xwe ya li çalakiyê got, ''Li dijî tecrîda 22 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me li vir çalakiyeke nobetê daniye. Em bi vê çalakiya xwe cotstandiya Ewropayê jî şermezar dikin. Li Hollandayê destgîrkirina ciwanên Kurd em şermezar dikin. Bikaranîna çekên kimyewî yên dewleta Tirk ên li ser gerîla em şermezar dikin. Em vê qebûl nakin û divê dewletên Ewropayê jî vê qebûl nekin.''

Şahîn Polat ku ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Normanyayê tevlî çalakiyê bûyî bi bîr xist ku bi salan e ev çalakiya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û got, ''Ji bo ku ev çalakiya nobetê zêdetir bibe rojev, ji bo ku ev rojev bigihe hemû gelan û j bo ku serwerên ku rasterast di vê tecrîdê de berpirsyariya wan heye, xwediyên pergalê jî hay jê hebin û ji bo ku em bibêjin ku gel wê li dijî tecrîdê bêdeng neminin em hatine vir.''

Ji CDK-F'yê Adil Amed got, ''Ji mêj ve ye ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê standin. Dewleta Tirk bi rengekî derhiqûqî û dermirovî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd giran kiriye. Aniya asta tundiyê, kiriye êşkence. '' 

Amed got ew bang li gelê Kurd dikin ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd dengê xwe bilindtir bikin. Amed her wiha xwest ku dewletên Ewropayê, CPT li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên li zindanan bibin xwedî helwest.

Endamê Heyva Sor Murad Demir jî li ser armanca xwe ya tevlêbûna li çalakiyê  got, ''Ji bo ku tecrîda li ser Serokatî rabe, ji bo ku li Kurdistanê dagirkerî bidawî bibe, ji bo ku dijî êrîşên dagirker ên li ser li Metîna rawestin em li vir in. Em dixwazin Ewropa dengê me bibîhîse. Lê Ewropa dirûtiyê dike."