Çalakiya nobeta Rojava ya li ber Parlamanta Swîsreyê di roja xwe ya 7’an de ye
Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, 7 roj in li ber Parlamanta Federal a Swîsreyê çalakiya nobetê digirin.
Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, 7 roj in li ber Parlamanta Federal a Swîsreyê çalakiya nobetê digirin.
Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên li ser Rojava, heft roj in li ber Parlamenta Federal a Swîsreyê nobetê digirin.
Çalakvanên ku tevî hewaya sar û baranê nobeta xwe didomînin, diyar kirin ku heta êrîş rawestin dê çalakiya xwe dewam bikin û ji bo Rojava daxwaza statuyê kirin.
Çalakî ji hêla Komeleya Çandî ya Kurd a Bernê ve tê organîzekirin û bi piranî jin pêşengiya çalakiya nobetê dikin.
Qada çalakiyê bûye cihê civînê ku rojane çalakî lê têne lidar xistin û belavok têne belavkirin. Gelek nûnerên ji partiyên siyasî yên cûda yên li Parlamenta Swîsreyê jî serdana çalakvanan kirine da ku piştgiriya xwe nîşan bidin.
Tevî serma û baranê jî, çalakvan nobeta xwe didomîinin û li hember sermê xwe li betaniyan dipêçin.
Çalakvanan diyar dikin ku ew ê nobetê heta ku êrîş bi dawî bibin bidomînin û ji bo Rojava statuyê dixwazin.