Çalakiya li Strasbourgê: Ewropa dibe hevparê sûcê dewleta Tirk

Çalakiya ku bi dirûşma "Azadî wê bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê" dest pê kir, di hefteya 2'emîn de dewam dike.

Çalakiya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê her roj ji aliyê siyasetmedar, nûnerên saziyên jin û ciwanan, baweriyan û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Ewropayê tê meşandin. Îro jî endamên Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) çalakî dewr wergirt.

Di çalakiyê de ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê meşandin, daxwazên bingehîn rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e. Çalakger diyar dikin ku bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê tê wateya hevkariya sûcên dewleta Tirk.

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC DIKE'

Hevserokê CDK-F'ê Necmettîn Demîralp, Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi bîr anî ku di êrişa bombeyî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Necmettîn Demîralp diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî li dijî mirovahiyê sûc dike û anî ziman, Ewropa û cîhan li hemberî vê bêdeng dimîne. Demîralp bal kişand ser hevkariya Parastin û MÎT'ê.

Demîralp destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje asta serketinê û got, "Tecrîda li ser Rêberê me bi hevkariya dewletên Ewropayê dewam dike. Ewropa ku dibêje tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi binpêkirina qanûnên xwe dibe hevparê sûcên dewleta Tirk a faşîst."

Necmettîn Demîralp bang li hêzên çep, sosyalîst û demokratîk kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê li dijî siyaseta faşîst a dewleta Tirk têkoşîna hevpar mezin bikin.