BI DÎMEN

Çalakiya li Cenevreyê di meha 55’an de ye: Em ê statukoya Lozanê parçe bikin

Çalakiya rûniştinê ya ku li Cenevreyê ji bo a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike, ket di meha 55’an de. Di çalakiyê de salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê hat protestokirin û li dijî polîtîkayên înkarê banga kombûna li dora Rêber Apo hat kirin.

Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê dewam dike, ket di meha 55’an de.

Di çalakiya vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” her Çarşemê tê lidarxistin, îşaret bi salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê hat kirin. Di çalakiyê de polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatin protestokirin.

Çalakvanan diyar kirin ku Peymana Lozanê ku sala 1923’an di berjewendiya emperyalîst de hate îmzekirin, kevirê bingehîn a statukoya ku îradeya gelê Kurd tunedihesibîne ye. Her wiha banga tevlîbûna xurt a bi paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo meşa ku di 26’ê Tîrmehê de li Lozanê bê lidarxistin hate kirin.

Çalakî ji bo bîranîna Sara Hogir a di 28’ê Tîrmeha 2023’an de şehîd bû, Cûdî Amed (Mehmet Yakişir) ê di 14’ê Tîrmeha 2018’an de şehîd bû û Hozan Serhat (Suleyman Alpdogan) ê di 22’ê Tîrmeha 1999’an de şehîd bû, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Veysel Kuşkanadi axivî. Kuşkanadi salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava silav kir û bal kişand ser banga aştî û çareseriyê ya Rêber Apo. Kuşkanadi diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk îfadeya herî şênber a îradeya aştiyê ye û wiha got: “Aştî ne yek alî, bi gavên beramber pêkan dibe.”

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn daxuyaniya heftiyane da û bal kişand ser Peymana Lozanê û got, “Bersiva herî xurt a li hemberî rejîmên ku îro vê statukoyê didomîne, modela çareseriya konfederal a demokratîk a Rêber Apo ye.”

Tekîn diyar kir ku nûnerên partî û saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî meş û mitînga ku wê di 26’ê Tîrmehê de li Lozanê were lidarxistin bibin û bi gotina, “Ev meş ne tenê li dijî Lozanê, li dijî pergala kedxwar ku wî temsîl dike ye” banga tevlîbûnê kir.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an dewam kir.