BI DÎMEN

Çalakiya li ber Parlamentoya Swîsre ket roja 8’an

Çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava ya li ber Parlamentoya Federal a Swîsreyê, di roja 8’an de ye. Çalakvanan bang di serî de li Swîsre, li civaka navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakiya rûniştinê ya li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) li ber avahiya Parlamentoya Federal a Swîsreyê destpê kir, di roja 8’an de ye.

Di çalakiyê de têkildarî êrîşan, windahiyên sivîlan û koçberiya bi zorê agahî tên dayîn û bang li hikûmeta Swîsre û civaka navneteweyî tê kirin ku berpirsyarî bigirin.