Çalakiya li ber NY’ê 14 meh li pey xwe hişt

Di çalakiya li Cenevreyê ya 14 mehên xwe tije kir Hevserok Salîh Saglam axivî û destnîşan kir ku di 50. Newrozê de bi milyonan careke din xwedî li Rêberên xwe derketin û vîna xwe nîşan dan.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Mijdara 2011’an ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, kete meha 14’an.

Di çalakiya vê hefteyê de, di şexsê şervanê komunîst Baran Serhat ê ku di 23.03.2019’an de li Serêkaniyê di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bibû, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salîh Saglam di şexsê Baran Serhat de kesên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine bi bîr anî û got; "Salvegera 50. ya Newrozê nîşan da ku gelê Kurd bi xwedîderketina li Rêbertiya xwe vîna xwe nîşan daye. Em ê li dijî hêzên komploger û hevkarên wan ên ku vîna bi milyonan ji nedîtî ve tên, bêjin ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî gerîla’ û ‘Bijî Kurdistan’.”

Piştî axaftina Sağlam çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên "Dem dema azadiyê ye" berdewam kir.