Çalakiya ji Abdullah Ocalan re azadî berdewam dike

Li Strasbourgê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye‘ çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 1’ê Kanûnê de hatibû destpêkirin, di heftiya sêyemîn de berdewam dike.

Li Strasbourgê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye‘ çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 1’ê Kanûnê de hatibû destpêkirin, di heftiya sêyemîn de berdewam dike. Çalakiya “Wê azadî bi serbikeve, ji bo Abdullah Ocalan têkeve dewrê“ di heftiya sêyemîn de pêkhateyên federasyona FCK Bayer/ Baden-Wurtemberg a li başûrê Elmanyayê dewr girt.

Koma ji 70 kesî ku li Stuttgart, Heîlbronn, Esslîngen, Ludwîgsburg, Reutlîngen, Freîburg, Ulm, Bodensse, Forsheîm û Boblîngenê dijîn bi daxuyaniyekê çalakî dewr girt.

‘HETA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN EM Ê LI QADAN BIN‘

Hevserokê FCK Başûrê Elmanyayê Saît Ozturk  axivî û anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest ji holê rabe û ev bang kir: “Ez bang li saziyên demokrasiyê yên li Ewropa dikim, dawî li vê bêhiqûqiya hovane ya li Îmraliyê bînin. Bêdengiya li dijî tecrîda li ser Rêberê mîlyonan nayê qebûlkirin. Ez cardin bang li saziyên Ewropa, CPT û Parlamentoya Ewropa dikim. Her çiqas CPT biryaran digre jî lê gava mijar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be CPT bêdengiya xwe diparêze û ji nedîtî ve tê. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, em ê timî li qadan bin. Ev ezmûnekî mirovahiyê ye. Ewropa divê ezmûna mirovahiyê de di polê de maye. Wê berxwedana me berdewam bike. Heta Rêber Apo azad bibe em ê livir bin.“

PLANSAZIYA NOBETÊ

*Di 14 'ê Kanûnê roja sêşemê wê hevserokên her pênc federasyonên girêdayî KON-MED'a Elmanyayê di çalakiyê de cih bigrin.

* Di 15’ê Kanûnê de roja çarşemê Kurdên li Başûrê Fransayê dijîn wê çalakiyê dewr bigre.

*Di 16 'ê Kanûnê roja pêncşemê wê komeke têkel a aktîvîstên enternasyonalîst û hewldanên dîplomatîk çalakiyê dewr bigirin.

*Di 17‘ê Kanûnê de roja înê jî wê Kurdistaniyên li Dusseldorf û Kolnê dijî çalakiyê dewr bigrin.