Çalakiya edaletê li nêzê Wezareta Edaletê ya Fransayê hat lidarxistin

Ji bo derketina holê ya rastiya Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn û dirustkirina edaletê, li nêzê Wezareta Edaletê çalakiyek hat lidarxistin.

Li Parîsa paytexta Fransayê roja 23’yê Kanûnê di encama êrîşa bi ser Navenda Çanda Kurd a li kolana Engheînê û du kargehên Kurdan de, 3 aktîvîstên Kurd şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Di sûîkastê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Botan (Emîne Kara), hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin.

Êrîşkar Wîllîam Mallet bi sûcê “kuştina bi saîqê ya nijadpererst û hewldana ji bo kuştinê” hat girtin.

Kurd û gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partî, diyar kirin ku ev êrîş “ne edlî, siyasî ye” û xwest ku dozgeriya antî-terorê lêpirsînê bi rêve bibe.

Bi armanca derketina holê ya rastiyê û daxwaza edaletê, li qada Opera ya li nêzê Wezareta Edaletê, çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta “Dewleta Tirk piştî 9’ê Çileyê, 10 sal bi şûn de car din li Parîsê sê hevalên me qetil kirin” hat vekirin û hat xwestin ku komkujiya 23’yê Kanûnê wek “êrîşa terorî û siyasî” bê pênasekirin.

Hunermendên Kurd jî bi enstrumanên xwe tevlî çalakiyê bûn û stran gotin.