6 şehîd li Dusseldorfê hatin bîranîn
Ji bo 6 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Metînayê şehîd bûne, li Dusseldorfê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo 6 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Metînayê şehîd bûne, li Dusseldorfê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Givara Bahri (Ronî Xelîl), Evrîm Botan (Aysel Ocal), Devrîm Çavreş (Zeynep Kûday), Hogir Qamişlo (Huseyîn Ahmed), Jîr Baz (Mazlûm Demîr) û Tîrêj Botan (Firat Baysoy) ku 7’ê Cotmeha 2020’an li Metînayê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo şehîdên Metînayê ku 8’ê Nîsanê şehadeta wan hat ragihandin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê bîranîn hat kirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li ser navê KOMAW, PYD’ê û malbatên şehîdan hatin kirin de, wiha hat gotin: “Parastina Metîna, Zap û Avaşîn, parastina Dêrik, Qamişlo û Kobanê ye.”
Di merasîmê de banga tevlîbûna meşa ku wê 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were kirin, hat kirin.
Di bîranînê de, sînevîzyon jî hat temaşekirin.