BI DÎMEN

4’ê Nîsanê li Helsînkî hate pîrozkirin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, salvegera damezrandina PJAK û YPJ’ê şahiyek hate lidarxistin.

Duh li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê 76’emîn rojbûna Rêber Apo, salvegera 21’emîn a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û salvegera 12'emîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şahiyek hate lidarxistin.

Şahî li komeleyeke Kurdan, hate lidarxistin. Di şahiyê de li ser wateya rojê peyam hatin xwendin.

Şahî bi gerandina govendê dewam kir.