4'ê Nîsanê li Helsînkî hate pîrozkirin

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ û PJAK'ê li Helsînî hate pîrozkirin.

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîtiyên Parastina Jinê (YPJ) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Pîrozbahî li salona civîn û xwaringehê ya bi navê Bistro Cafe bi beşdariya gelek siyasetmedar û endamê KNK'ê Mîrhem Yîgît pêk hat.

Her wiha peyamên rêxistin û partiyên Kurdan hatin dayin. Bi rêya Skype peywendî li gel Berdevka Çapemeniyê ya YPJ'ê Rûksan Mihemed hate danîn.

Rûksan Mihemed peyama YPJ'ê ji bo êvara pîrozbahiyê û gel da.

Piştî bernameyê xwarina fitarê ji bo beşdaran hat dayîn.