Şandeyek NRW'ê serdana malbatên şehîdan kir

Şandeyek ku ji Parlamentera NRW’ê Bêrîvan Aymaz û saziyên cur be cur pêk dihat, serdana Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya komkujî lê qewimî kir û sersaxî ji malbatan re xwest.

Nobeta Edaletê ya li Navenda Çanda Ahmet Kaya ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de şehîd bûn hat destpêkirin, didome. Serdanên gel û saziyan ên şînê jî, didomin.

Şandeyek a ji Cîgira Eyaleta Ren Vestfalya ya Bakur Elmanyayê (NRW) û Endama Parlamentoyê Bêrîvan Aymaz, Berpirsyarê Weqfa Heînrîch Boll a Fransa Marc Berthold, Serokê Cemiyeta Kurd e Elmanya Mehmet Tanriverdî û Sekreterê Cemiyekê Cahît Başer pêk dihat, li Navendê serdana malbatên şehîdan kir.

Bêrîvan Aymaz, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku Kurd bûne hedefa êrîşan û got. “Li Fransayê gelek biyanî hene. Ev rastiyeke ku nayê nîqaşkirin ev kes Kurd kirine hedef û ev êrîş pêk aniye. Ev êrîşek li dijî Kurdan e. Divê dadgeha Fransa bi pirsgirêkan bi kûrahî bigre dest. Nixûmandina dosyaya komkujiya berî 10 salan, bû zemînê êrîşek bi vî awayî.”