Li mala çandê ya bajarê Mîçûrînsk a herêma Tambovê ya Rûsyayê bi tevlîbûna Kurdan, 47'emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi coş hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de Berpirsyara Meclisa Jinan a Mîçûrînskê Zêmfîra Husên 27’ê Mijdarê li gel pîroz kir û silavên xwe ji Rêber Apo û şervanên azadiyê re şand û got, "Dema ku me Serok Apo û PKK nas kir, me dîrok û nasnemeya xwe nas kir. Roja îro bi milyonan Kurd bi vê naskirinê li ser piyan e û di nava têkoşîneke mezin de ne. Dîl girtina Serok Apo dîl girtina 60 milyon Kurdan e. Tenê bi azadbûna Serok em azad dibin. Roja îro pêwiste em her têkoşîn bikin, ji bo ku Serokê me bê azadkirin. Serok Apo berî her tiştî qîmet da jina Kurd. Birdoziya jina Azad a ku ji aliyê Serok ve hatî pêşxistin, di jinan de hêvî û bawerî da avakirin, jin bûye pêşenga şoreşê. Serok dibêje, 'Azadiya Kurdistanê grêdayî azadiya jina Kurd e'."
Her wiha Endamê Meclisa Tambovê Simo Simoî gel pîroz kir û got: "Ev 47 sal in PKK têkoşîneke mezin dide meşandin. Îro her kes Kurdan nas dike. Ev roj bûye roja berxwedana netewî. Ji bo azadiya Kurdistanê bi hezaran şehîd hatin dayîn, ta ku em bighînin vê rojê. PKK ji bo gelê Kurd bû her tişt, bû şervan, welat, dayîk û wisa gel rabûye ser piyan û ji bo doza xwe têkoşîn dike. PKK bûye felsefeya jiyanê, ne tenê ji bo gelê me her wiha ji bo tevahî cîhanê bûye xeta jiyana azad."
Simoî berdewam kir û got, "27'ê Mijdarê cejna berxwedana netewî em li Rêberê xwe, şervanên azadiyê û gelê xwe pîroz dikin."
Pîrozbahî bi tevlîbûna hunermendan û koma folklorê ya “Barîn” hate pîrozkirin. Gel govend gerandin û dirûşmeyên cejna berxwedana netewî berz kirin.