27’ê Mijdarê li Lîlleyê bi şahiyekê hat pîrozkirin

Li bajarê Lîlle yê Fransayê, 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Li bajarê Lîlle yê Fransayê, 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi şahiyekê hat pîrozkirin. Qada şahiyê bi al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û qadroyên pêşeng ên PKK’ê hat xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de li ser navê meclîsa herêmê Mehmet Dagi axivî. Dagi anî ziman ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd mîladeke û got: “Divê hemû Kurd li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê bibin xelek.“

Di şahiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “PKK gel e, gel li vire“ hatin berzkirin.

Piştî axaftinan hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad û Diyar Mehrovî derketin li ser dikê û stran gotin. Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.