BI DÎMEN

27'ê Mijdarê li Ermenistanê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê ku weke cejna 'Berxwedana Neteweyî' tê pênasekirin, li Ermenistanê hate pîrozkirin.

Salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê li herêma Akbaranê li gundê Sîpanê yê Ermenistanê hate pîrozkirin.


Di destpêka pîrozbahiyê de Parlamenter Kinyaz Hasenov û Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan axivîn.

Qisekeran salveger li Rêber Apo, şehîdan û tevahiya gelê Kurd pîroz kirin û gotin, "Gelê Kurd bi PKK'ê xwe nas kir. Ji bo wê PKK'ê ketiye dilê her Kurdekî."

Her wiha anîn ziman ku PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 47 salan li çar aliyên cîhanê Kurd rakir ser piyan.

Di pîrozbahiyê de Hozan Şemdîn, Fîrûzîk Osoyan, Zagros Rojhilat û koma govendê ya Bihar hunera xwe pêşkêş kirin.