BI DÎMEN

13’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Bregenzê hat pîrozkirin

Li bajarê Bregenzê 13’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser azadiya jinan, temsîliyeta wekhev a gelan û rêveberiya xweser a demokratîk.

Komeleya Çandî ya Sara ya ku li eyaleta Vorarlberg a Awusturyayê xebatên xwe dimeşîne, ji bo bîranîna salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava li bajarê Bregenzê çalakî li dar xist. Kurdistaniyan eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser şoreşê hatibû amadekirin hat pêşandan.

Li ser navê Komeleya Çanda Sara Kamuran Sindî axivî û Şoreşa Rojava wekî ronahiyek ku li dijî tarîtiya Rojhilata Navîn radibe bi nav kir. Sindî diyar kir ku ev şoreş ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Sûriyeyê destketiyek hevpar e. Sindî bi bîr xist ku ev pêvajo li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo pêşketiye.

Endamê Komeleyê Elî Rojava jî qala pêşveçûna dîrokî ya Şoreşa Rojava kir. Rojava diyar kir ku şoreş li ser rêgezên azadiya jinan, temsîliyeta wekhev a hemû gelan û rêveberiya xweser a demokratîk ava bûye.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.