Atletên Rûs ji Werzîşa Paralîmpîk hatin derxistin

Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî, bi hinceta ku dopîng bi kar anîne, atletên Rûs ji Werzîşa Paralîmpîk a Olîmpiyatên Rîo 2016’an dûr xist.

Biryara Komîteyê piştî rapora Saziya Têkoşîna Bi Dopîngê ya Cîhanê (WADA) diyar bû.

Serokê Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî Philip Craven di daxuyaniyê de got, “Sîstema Rûsya ya têkoşîna bi dopîngê re têk çûye û ketiye nav nelirêtiyan.”

Craven diyar kir ku Rûsya ne li gor rêziknameya Komîteya Navneteweyî ya Paralîmpîk tevgeriyaye, “wek encam jî divê bi bayê lezê bên dûrxistin.”