Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

2. Kongreya Ciwanên Azad destpê kir

2. Kongreya Ciwanên Azad bi coşek mezin destpê kir. Di kongreya bi şîara ‘Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn’ pêk tê, de mezinbûna rêxistinbûnê û berhevkirina ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn a di bin sîwaneyekê de, tê hedefkirin.

Kongreya li Bajarê Koln a Elmanyayê ji aliyê Ciwanên Azad ve pêk tê, ji gelek welatên Ewropa ciwan beşdar bûn.

Li dîwarên salona ku konferans lê pêk tê, wêneyên kesên li Rojava û Kobanê jiyana xwe ji dest dane û posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha li Salonê pankartên bi nivîsa ‘Em bi ruhê Arînan, Jiyanek Azad û Rêxistinkirî Ava bikin’, ‘Parastina Çanda me Parastina Hunerma me ye’ û ‘Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn’ hatin daliqandin.

Kongre ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşa cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin.

Piştî peyamê hilbijartina dîwanê hat kirin û rojev hat diyarkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî beşdarî Kongreyê bû.