CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di şerê li Yemenê de bi dehan kes mirin
Hûsiyên Şîî yên li Yemenê, êrîşên xwe yên li dijî Marîba ku weke keleha herî dawî ya hêzên hikumetê tê nirxandin ku dikeve bakûrê welat zêde kirin. Di nava 24 seatên dawî de bi dehan çekdar mirine. -
Vîrusa Ebolayê li Gîneyê dîsa veguherî şewbê
Li Gîneyê piştî ku vîrusa Ebolayê bi dawî bû dîsa bû wekî şewbê. -
Li ser sînorê Efganîstan-Îranê 100-200 tangêr şewitîn
Li deriyê sînor ê Efganîstane ku li Îranê vedibe 100-200 tangêr şewitîn, bi qasî 20 kesan jî birîndar bûne. -
Li Îtalyayê hikûmeta teknokrat a lîberal ava dikin
Marîo Draghî yê ku li Îtalyayê erka serokwezîrtiyê erê kir, diyar kir ku wê ji bo gelek wezaretên girîng kesên mîna xwe burokrat an jî fînanse diyar bike. -
Li Danîmarka û Elmanya gumana ji êrişê: 13 kes hatin destgîrkirin
Li Danîmarka û Elmanyayê di operasyonan de herî kêm 13 kes hatin destgîrkirin û ji amadekariya êrişekê guman ji wan dihate kirin. -
Hevrikiya DYE-Çîn: Koma nû ya kar wê bê avakirin
Rêveberiya DYE'yê ku Çîn weke 'hevrikê sereke yê stratejîk' pênase kir, ragihand ku ji bo polîtîkayên têkildarî vî welatî diyar bike, wê di bin sîwana Pentagonê de komeke xebatê ava bike. -
DYE: Di mijara S-400'î de helwest nehatiye guhertin
Tirkiyeyê di mijara S-400'î de herî dawî banga 'danûstandinê' kiribû. Di bersiva DYE'yê de hate ragihandin ku helwesta wan a di vê mijarê de neguheriye. -
Li Efganistanê ji ber êrişên bombeyî 2 kes mirin
Li paytexta Efganistan Kabûlê îro serê sibehê gelek bombe teqiyan, yek jê şefê polîsan ê herêmî 2 kes mirin. -
Gelê Sûdanê li dijî bihabûnê daketin kolanan
Li Sûdanê rojek piştî avakirina hikumeta nû gel li dijî bihabûnê dîsa daketin kolanan. -
Pêvajoya dûrxistina Trûmp a ji wezîfeyê li ber destê Senatoyê ye
Lêpirsîna li ser dûrxistina ji wezîfeyê ya Donald Trûmp, ku beriya bidawîbûna wezîfeya wî dest pê kiribû, di rojeva Senatoyê de ye. Parêzerê Trûmp hişyarî da ku ev yek wê welêt 'parçe' bike. -
Li Lîbyayê hewldanên aştiyê yên bêyî 'welatên nayên xwestin'
Li Lîbyayê ku Tirkiye bi çeteyên xwe dest lê werdide, karên ji bo avakirina hikumeta demkî dewam dikin. -
Li Iraqê 5 kes hatin bidarvekirin
Li Girtîgeha Nasiriye ya dikeve Başûrê Iraqê 5 kesên ji ‘terorîzmê’ dihatin mehkûmkirin, hatin bidarvekirin. -
Li gorî NY Îran û Koreya Bakur dest bi hevkariya fuzeyên balîstîk kirine
Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) Îran û Koreya Bakur dibe ku ji bo bernameya xurtkirina fuzeyên menzîldirêj di sala 2020’an de dest bi hevkariyekê kirine. -
Li Fasê lêhî rabû, bi kêmanî 24 kes mirin
Ji ber barana zêde li Fasê ku lêhî rabû li bajarê Tanger li cihekî kar ê qeçax ku li bin erdê bû bi kêmanî 24 kes mirin. -
DYE li Konseya Mafê Mirovan a NY’yê vedigere
Li DYE’yê Rêveberiya Joe Bîden ji nû ve tevlî Konseya Mafê Mirovan a NY’yê dibe. -
Li Qahîrê hevdîtinên El Fetîh-Hemas destpê kirin
Rêxistinên Filistînî piştî 15 salan û şûnde bi armanca hilbijartina yekem organîze bikin li paytexta Misirê Qahîrê dest bi hevdîtinan kirin. -
Li Myanmarê bi sed hezaran kes li dijî darbeyê daketin qadan
Li Myanmarê, li dijî artêşa ku bi hinceta hîleya li hilbijartinê darbe kir, bi sed hezaran kes daketin qadan. -
Li Hîmalayê qeşa heliya: 14 kes mirin, 170 kes birîndar bûn
Li gorî bîlançoya nû ya qutbûna qeşayekî ji çiyayên Hîmalaya, herî kêm 170 kes winda bûn. Cenazeyên 14 kesan hatin dîtin. -
Li Hollanda pûka berfê
Li Hollandayê ji êvara Şemiyê ve bi fermî hate îlankirin ku pûka berfê heye. Rêya hesin ji bo çûyîn û hatinê hate rawestandin û rêyên hewayî hatin girtin. -
Li Hindistanê qeşayeke mezin kete çem: 3 mirî 150 winda
Li bakurê Hindistanê ji ber ku parçeyekî qeşayê yê mezin kete çem, lehî rabû. Di vê karesatê de herî kêm 3 kes mirin û 150 kes jî winda bûn. -
Sefîrê NY'ê yê ji bo Yemenê yekemcar çû Îranê
Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Yemenê Martîn Grîffîths ji dema ku dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve yekemcar serdana Îranê kir. -
Rewşa nediyar a koçberên çûn DYE'yê dewam dike
Koçberên ku li eyaleta Texasê ya DYE'yê ji ber bi qaçaxî hatine welêt tên girtin, bêyî ku belgeyek bê dayin tên berdan. -
Lîderê El Qaîde yê Nîvgirava Ereb hate girtin
Li gorî rapora ku dane ber Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî lîderê El Qaîde yê Nîvgirava Ereb Xalid Batarfî (Ebû Mîqdat El Kindî) Cotmeha bihurî li Yemenê bi operasyoneke hatiye girtin. -
UNESCO çima cih nade Efrîkayê?
UNESCO di Lîsteya Mîrateya Xwezanî ya Çandî ya Cîhanê de bi giranî cih dide welatên Ewropa û Efrîkayê. Gelek mîrateyên mirovahiyê yên li Efrîkayê ku cih jê re nayê dayin, di bin metirsiyê de ne. -
Li Rûsyayê di 10 rojan de 10 hezar kes hatin destgîrkirin
Li Rûsyayê alîgirên Navalnî di 23’ê Çileyê de çalakiyên protestoyê dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin heta niha ji 10 hezarî zêdetir kes hatine destgîrkirin.