CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê: Wê hilbijartin saet di 18.00’an de bi dawî bibe
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wê dengdan saet di 18.00’an de bi dawî bibe û wê neyê dirêjkirin. -
Li Yemenê êriş birin ser konvoya rayedaran: Herî kêm 5 kes mirin
Li bajarê Adenê yê li başûrê Yemenê, li dijî konvoyeke fermî ku rayedar tê de bûn êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 5 kes mirin. -
Îranê 120 kîlo ûranyûma ji sedî 20 dewlemendkirî hilberand
Rayedarên Îranî diyar kirin ku zêdeyî 120 kîlo ûranyûma bi rêjeya ji sedî 20 dewlemendkirî hilberandine. -
Yekemîn serokkomarê Îranê Benî Sedir mir
Serokkomarê yekemîn ê rejîma Komara Îslamî ya Îranê Ebulhesen Benî Sedir li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye mir. -
Leşkerên DYE’yê ji Iraqê vedikişin
Artêşa Iraqê ragihand ku hêzên DYE yên şer dest bi vekişîna ji Iraqê kirin. -
Xelata Aştiyê ya Nobelê radestî 2 rojnamevanan hate kirin
Xelata Aştiyê ya Nobelê radestî 2 rojnamevanên Fîlîpînî û Rûs hate kirin. -
Biden: Tirkiye gefê li sivîlan û ewlekariya neteweyî dixwe
Serokê DYE'yê Joe Biden hişyarî da ku 'çalakiyên êrişa leşkerî' yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê, li dijî ewlehiya jiyana sivîlan û aramiyê, li hemberî ewlehiya neteweyî ya DYE'yê gefeke. -
Tableteke hîdrojel dikare lîtreyek avê zû paqij bike
Tableteke hîdrojel a ku ji aliyê endezyaran ve hate çêkirin, lîtreyek ava çem di nava saetekê de dezenfekte dike û dike ku karibe bê vexwarin. -
Romannivîsê Tanzanyayî Gurnah hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate dîtin
Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2021'ê, radestî romannivîsê Tanzanyayî Abdulrazak Gurnah hate kirin, ku bi nivîsên xwe yên li ser kolonyalîzm û encamên wê hêjayî xelatê hate dîtin. -
Li Pakistanê erd hejiya: Herî kêm 20 kes mirin
Li Pakistanê bi mezinahiya 5.7 pileyî erd hejiya. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li ser bi milyonan zarokên Efgan gefa birçîbûnê heye
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) û Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) diyar kir ku li ser bi hezaran zarokên Efgan gefa birçîbûnê heye. -
Aloziya navbera Îran û Azerbaycanê mezin dibe
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku ji ber hebûna Îsraîlê ya li Kafkasyayê ew "gelekî bi fikar in." -
Xwediyên Xelata Kîmya ya Nobelê eşkere bû
Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya sala 2021'ê ji Benjamin List ê Elman û David MacMillan ê Emerîkî re hate dayin ku ji bo avakirina molekulê rêbazeke nû afirandine. -
Li tevahiya cîhanê zêdeyî 330 siyasetmedaran razemenî li bihuşta bacê' kirin
Belgeyên Pandorayê nîşan da ku bihuştên bacê parçeyek ji pirsgirêka newekheviya global e. -
Xelata Tipê ya Nobelê dan du Emerîkiyan
Ji ber xebatên wan ên li ser pergala rehekan Xelata Tipê ya Nobelê ya 2021’an dan Ardem Patapûtîan ê Ermenî û Davîd Jûlîûsê Emerîkî. -
Rûsyayê fuzeya hîpersonîk ceriband
Rûsyayê, fuzeya hîpersonîk a ku weke "têknaçe" Zirkon bi keştiyek binê avê ceriband. Hate ragihandin ku ceribandin "serketî" ye. -
Petrola li peravên Kalîforniyayê belav bû dibe ku bibe 'felaketeke ekolojîk'
Rayedarên li eyaleta Kalîforniya Başûr diyar kirin ku petrol li qadeke ji 21 kîlometreyî ya deryayê belav bûye û hindik maye bigihêje peravê. Lewma hişyarî dan şêniyan ku xwe nêzî peravê nekin. -
39 balefirên şer ên Çînê qada çavdêriya hewayî ya Taywanê dagir kirin
Aloziya di navbera Pekîn û Taîpeiyê didome. Taywan ji bo tevdîrê balefirên şer û pergalên parastina fuzeyan amade kir. -
Cezayîrê qada xwe ya hewayî ji balefirên Fransayê re girt
Cezayîrê qada xwe ya hewayî ji balefirên Fransayê re qedexe kir. -
Li Kabîlê li ber mizgeftê teqînek çêbû-HATE NÛKIRIN
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye li ber mizgeftê teqînek çêbû, gelek kes mirin. -
Meclîsa Şûrayê ya 'bêraye' a Qatarê hilbijartina pêşî kir
Qatar cara pêşî ji bo organa yasadanînê hilbijartineke berteng kir. Nayê payin ku ev hilbijartin tiştekî ji hevsenga siyasî biguherîne, ji ber ku welat hê jî ji hêla malbatekê ve tê rêvebirin û partiyên siyasî qedexe ne. -
Krîza dîplomatîk a navbera Fransa û Cezayîrê
Piştî ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne kir, ku li Cezayîrê desthilatdariyeke 'siyasî-leşkerî' heye, Cezayîrê bang li Sefîrê xwe yê bilind ê li Fransayê kir. -
Ji bo Bolsonaro ji wezîfeyê bê girtin, xelkê Brezîlyayê dakete qadan
Li gelemperiya Brezîlyayê, ji bo Serokkomar Jair Bolsonaro ji wezîfeyê bê girtin, bi deh hezaran kes daketin qadan. -
Serokdewletê Fîlîpînê dest ji siyasetê berdide
Serokdewletê Fîlîpînê Rodrigo Duterte ragihand ku dest ji siyasetê berdide û sala bê wê di hilbijartinê de nebe namzet. -
Ekvador wê bi hezaran mehkûmî efû bike
Piştî şerê li girtîgeha Guayapuilê, Ekvador amadekariyan dike ku ji bo li girtîgehên welêt cih veke, bi hezaran mehkûmî efû bike.