CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Welatên YE’yê di mijara cezakirinê li hemberî koçên derqanûnî lihevkir
YE dixwaze bersivê bide hejmarê koçberên li ser sînorên derwe yên her ku diçe zêde dibe. Wê li hember rêyên hewayî û aliyên din ên bi qaçaçîtiya derqanûnî ve mijûlin tedbîrên cezayî werin pêkanîn. -
Serokwezîrê Iraqê got sûîqestkar hatine tespît kirin
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ragihand ku kiryarên hewldana sûîqesda ne serkeftî ya duh li ser mala wî pêk hatiye tespîtkirin. -
Lehiyê li Srî Lanka û Hîndîstanê da: Herî kêm 9 kes mirin
Di encama lehiya ku li Srî Lanka û hin herêmên başûrê Hîndîstanê rabûyî herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî wenda ne. -
Koçber ber bi sînorê Polonyayê ve dimeşin
Koçberên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, ber bi sînorê Polonyayê ve dimeşin. -
Hewldana suîkastê li Serokwezîrê Iraqê Kazimî
Bi droneyên çekdar êrîşek çû ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî. Di êrîşê de 6 zêrevan birîndar bûn. -
Li ICE’yê bi kêran êriş çêbû: 3 kes bi giranî birîndar bûn
Li bajarê Regensbûrg a Bavyera’yê di trena ku diçû Habûrgê de êrişek çêbû, sedemê wê nehatiye zanîn. -
Li Sîerra Leoneyê tanker teqiya: Herî kêm 84 kes mirin
Li Sîerra Leoneyê tanker teqiya. Li gorî agahiyan herî kêm 84 kes mirine. -
Li Bexdayê protesto: 125 kes birîndar bûn
Li Bexdayê gel encamên hilbijartinê protesto kir, hêzên çekdar ên dewletê bi kêmanî 125 kes birîndar kirin. -
DYE'yê 280 fuzeyan difiroşe Erebistana Siûdî
Hikumeta Emerîkayê biryar da ku 280 fuzeyên ji hewayê diavêje hewayê bifiroşe Erebistana Siûdî. -
Partiya Mandela kêm dike
Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê ya Nelson Mandela ku li ser desthilatdariyê ye, yekemcar di hilbijartinên xwecihî de dengê wê daket binê rêjeya ji sedî 50'î. -
Bîlançoya avahiya li Nîjeryayê hilweşiya giran bû: 36 kes mirin
Hejmara mirovên ku ji ber hilweşîna avahiya ji 21 qatî ya li bajarê Lagosê yê Nîjeryayê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 36 kesî. -
Danûstandinên nukleerê yên bi Îranê re wê 29'ê Mijdarê dest pê bikin
Danûstandinên li ser mijara nukleerê yên bi Îranê re wê di 29'ê Mijdarê de li Viyanayê ji nû ve dest pê bikin. -
Serhildêr ber bi Etîyopyayê ve dimeşin
DYE ji bo banga ''çareya aştiyane'' di navbeyna TPLF û artêşa Etîyopya bike sefîrê xwe dişîne, ku TPLF ji Hezîranê ve li welêt gelek navendên stratejîk bi dest xistine. -
Zaroka 4 salî Cleo ya li Awûstralyayê winda bû, piştî 18 rojan hate dîtin
Zaroka 4 salî Cleo ku li herêmeke dûr a li Awûstralyayê 18 rojan winda bû, li maleke kilîtkirî hate dîtin ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e. -
Li Belçîkayê bi ser baregehên leşkerî de girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê têkiliyên muhtemel ên di navbera rastgirên tundrew û leşkeran de li Belçîkayê hatî destpêkirin, bi ser gelek baregehên leşkerî de hat girtin. -
Li Kabûlê êrişa li ser nexweşxaneyê: Herî kêm 19 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
Li paytexta Efganistan Kabûlê, di êrişekê de ya li ser nexweşxaneya leşkerî hate kirin, herî kêm 19 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn. -
Bûlgaristanê 350 leşker şand ser sînorê Tirkiyeyê
Bûlgaristanê bi hinceta koçberiya zêde, derdora 350 leşker şand ser sînorê Tirkiyeyê. -
Li Nînovayê 13 DAÎŞ’î hatin girtin
Hêzên Iraqê li Nînovayê di operasyoneke li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de 13 çete girtin. -
Rutte: Serfîran gav bi şûn ve neavêtine, wê bidomînin
Serokwezîrê Hollanda Mark Rûtte, li ser krîza 10 sefîran a bi dewleta Tirk re bû sedemê aloziyan diyar kir ku sefîran gav bi şûn ve neavêtine. -
Li Bexdayê bi roketan êriş li ser Herêma Kesk hate kirin
Li paytexta Iraq Bexdayê, sê roket li nêzî Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind ketin. -
Erebistana Siûdî Sefîrê Bilind ê Lubnanê dersînor kir
Erebistana Siûdî, bi hinceta şîroveya 'biçûkxistinê' ya wezîrekî Lubnanî, Sefîrê Bilind ê Lubnanê dersînor kir. -
Krîza Ukraynayê: Fransayê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian nerazîbûn nîşan da ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk di krîza Ukraynayê de tê bikaranîn. -
Li Sûdanê darbe hatin şermezarkirin, 7 çalakger hatin kuştin
Hate diyarkirin li Sûdanê di çalakiyên protestoya darbeyê de bi kêmanî 7 çalakgeran hatine kuştin, hin cenazeyên din jî radikin nexweşxaneyan. -
Pentagonê ceribandina moşeka hîpersonîk a Çînê piştrast kir
Generalê Emerîkî Mark Mîlley piştrast kir ku Çînê meha Tebaxê moşeka hîporsenîk ceribandiye. -
Dîwana Edaletê ya Ewropayê cezayê pere li Polonyayê birî
Di mijara nelihevkirina reforma dadgeriyê de ya li Polonyayê, Dîwana Edaletê ya Ewropayê cezayê pere yê milyonek euro ji bo rojekê birî. Hikumeta Varşovayê jî bi hêrs ev biryar red kir.