CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li peravên Tûnisê keştî binav bû: 4 koçber mirin, 19 jî winda ne
Li peraven Tûnisê keştiyek ku koçberên Tûnisî tê de bûn binav bû. Herî kêm 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 19 jî winda bûn. -
Li Haîtiyê 19 kes hatin revandin
Li Haîtiyê di dema karê li balafirgehekê de li nuqteyeke kontrolê 19 kes hatin revandin. -
Şehîdên Cotmehê li Rennesê hatin bîranîn
Di merasîma bîranînê de hate gotin “Bi saya şehîdên Cotmehê yên ku piraniya wan jin in, tevgera azadiya Kurd bû pêşengê gelên cîhanê.” -
Pedersen: Ji bo ku li Sûriyeyê makeqanûna nû were çêkirin, lihevkirin çêbû
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen diyar kir ku Komîteya Makeqanûnê ya Sûriyeyê ya ku nûnerên hikumet û mûxalefeta Sûriyeyê tê de cih digirin ji bo destpêkirina pêvajoya amadekirina makeqanûnê li hev kirine. -
Nerazîbûnên li hemberî encamên hilbijartinê didome
Şêniyên bajarên Necef û Kerbela yên Iraqê daketin kolanan û bi armanca nîşandayîna nerazîbûnê li hemberî encamên hilbijartina pêşwext ya parlementoya Iraqê ku 10’ê vê mehê pêk hat rêyên sereke li trafîkê girtin. -
Li Guatemalayê birçîbûn sedema mirinê ye
Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku beşeke mezin a nifûsa Guatemalayê birçî ye û ji ber vê yekê jî zarok jiyana xwe ji dest didin. -
FT: Çînê li dorhêla cîhanê fuzeya hipersonik ceriband
Rojnameya Financial Timesê ragihand ku Çînê li dorhêla cîhanê bi fuzeyeke hipersonik kapasîteya fezayî ya nû ceriband. -
Li Iraqê encamên fermî yên hilbijartinê hate eşkerekirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê encamên fermî yên hilbijartina pêşwext a Parlementoya Iraqê eşkere kir. -
Pûtîn: Dixwzin DAÎŞ’ê belavî Asya Navîn bikin
Serok Dewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir ku li Efganistanê 2 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hene, dixwazin belavî Asya Navîn bikin. -
Li Nînowa şaneyeke DAÎŞ’ê hate girtin
Navenda Ragihandina Leşkerî ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Nînowayê şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Li Elmanya 3 partiyan ji bo avakirina hikûmetê lihev dikin
Partiya Sosyal (SPD)a di hilbijartina Elmanyayê de bi ser ket, bi Keskan û Lîberalan re ji bo avakirina hikûmetê, li ser peymanekê li hev kirine. -
Li Efganistanê êrîşa li ser mizgefta Şiiyan: Bi kêmanî 32 kes mirin
Li Qandaharê ya Efganistanê êrîş çû ser mizgefta Şiîyan, bi kêmanî 32 kes hatin kuştin. -
Li Bêrûdê şer: Herî kêm 6 kes mirin û 30 kes birîndar bûn
Li Bêrûdê ya ku paytexta Lubnanê ye li ser banga Hîzbûllahê çalakiyeke protestoyê hate kirin. Di çalakiyê de gule hatin reşandin, herî kêm 6 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn. -
Li Fîlîpînê ji ber bahozê 19 kes mirin
Li Fîlîpînê lehî û şemitîna erdê ku ji ber ba û baranê rû da, herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar heye ku bîlanço girantir bibe. -
Nifûsa Rûsyayê di asta rekorê de kêm bû
Nifûsa Rûsyyaê di nava salekê de bi 997 hezar kesî kêm bû. Ev kêmbûn weke kêmbûna herî zêde ya di dema aştiyane de hate pênasekirin. -
Li Norwêcê êrişa bi tîr û kevanê: 5 kes hatin kuştin
Li Norwêcê kesekî bi tîr û kevanê êriş kir. Di encamê de pênc kes mirin, du kes jî birîndar bûn. -
Îran û Azerbeycanê peyamên ‘diyalogê’ dan
Îran û Azerbeycan ên du welatên cîranin, ragihandin ku xwestine nelihevkirinên di navbera xwe de bi rêya ‘diyalogê’ çareser bikin. -
SOHR: Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve li ser sînorê Tirkiye 489 kes hatine qetilkirin
SOHR’ê ragihand ku ji destpêka 2021’ê ve 1 jê jin, 8 zarok bi giştî 30 sivîl li ser sînorê Tirkiye ji aliyên leşkerên Tirk ve hatine qetilkirin. Ji destpêka nakokiyên li Sûriyeyê destpêkirî û heta niha li ser sînorê Tirkiye jî 489 kes hatine qetilkirin. -
NY’yê kuştina koçberan a li Lîbyayê şermezar kir
Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), nerazîbûn nîşanî girtina deriyan a li koçberan a li Lîbyayê û ‘rêzebûyerên rû’ dayîn, dan. -
Dîplomasiya di navbera Talîban û welatên rojava de zêde bû
Rejîma nû ya Efgan dixwaze di qada navneteweyî de tecrîda dîplomatîk bişkîne. Rejîma nû wê li Dohayê bi rayedarên DYE û YE’yê rûne. Di demên dawîn de gelek welatên ji rojava bi Talîbanê re rûniştin. -
Li Fîlîpînê bahoz: Herî kêm 9 kes mirin 11 kes jî winda ne
Li Fîlîpînê ji ber baran û bahozê herî kêm 9 kes mirin û 11 kes jî winda bûn. -
Lav, saetê bi 700 metreyî diherike
Volkanê Cumbre Vieja yê li girava La Palmayê, piştî ku aliyê wê yê bakur hilweşiya, veguherî lehiyeke ji lavê ku bi saetê bi 700 metreyî diherike. -
Di hilbijartinên Iraqê de Koma Sadr bi ser ket
Di hilbijartinên Iraqê de Koma Sadr a ser bi oldarê Şîa Muqteda es Sadr bi ser ket. Rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê jî ji sedî 41 bû. -
Taywanê nexwest bi Çînê re bibe yek
Komara Gel a Çînê daxwaza xwe ya yekbûna 'aştiyane' ya bi Taywanê re dubare kir. Serokdewleta Taywanê Tsai Ing-wen jî destnîşan kir ku wê serî li ber zextê netewînin. -
Wê heta 24 saetan encama hilbijaratina li Iraqê were eşkerekirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wê heta 24 saeta encama hilbijartinê eşkere bikin.