CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Kandaharê bi hezaran kes li dijî Talîbanê meşiyan
Li Kandaharê bi hezaran kes li dijî plana Talîbanê ya ku wan bi zorê li malên wan derdixîne meşiyan. -
Dozgeriyê di kuştina Serokdewletê Haiti de Serokwezîr jî sûcdar kir
Di encama lêpirsîna têkildarî kuştina Serokdewletê Haiti Jovenel Moise de dozgeriyê pêşniyar li serokê dadgehê kir ku Serokwezîr Ariel Henry sûcdar bike. -
Talîban ji DYE'yê xwest ku 'zêdetir' alîkariyê bidiyê
Talîban ya ku Efganistan teslîmî wê kirin soza alîkariyê ya bihayê 1,2 milyar dolarî ya civaka navnetewî slav kir û ji DYE'yê xwest ku zêdetir 'comerd' be. -
Li Sûdanê ji ber lehiyê zêdeyî 80 kes mirin
Li Sûdanê, ji ber lehiya ku li 11 eyaletan rabû, herî kêm 84 kes mirin, bi hezaran xanî jî xera bûn. -
Saziya Enerjiya Atomê û Îranê li ser kontrola nukleerî li hev kirin
Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî û Îranê li ser materyalên kontrola bernameya nukleer li hev kirin. -
Li Srî Lankayê xizmên nebediyan dadê dixwazin
Li Srî Lankayê tê texmînkirin ji salên 10980'yî û wir ve bi qasî 60-100 hezar kes nebedî bûne .Li welêt têkoşîna dadê ya xizmên nebediyan nayê dîtin. -
Şoreşgerê ji Perûyê Gûzman jiyana xwe ji dest da
Abîmael Gûzman ê ku li Perûyê yek ji sembola tevgera şoreşger bû di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Îngîltere daxwaz ji YE’yê kir ku li ser protokola Îrlandayê ji nû ve muzakere bikin
Hema bêje salek li ser Brexîtê re derbas bû. Îngîltere ji YE’yê dixwaze ku ji nû ve li ser rewaş Bakurê Îrlandayê muzakere bikin. YE jî ne alîgirê muzakereyê ye. -
Guterres: Cîhan bi devereke şaş ve diçe
Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres ji bo ku balê bikişîne ser guherîna avûhewayê got cîhan bi devereke şaş ve diçe. -
Dibe bi milyonan Efganî birçî bimînin
Bernameya Xorek a Cîhanî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya girêdayî NY’yê, ragihand ku xebatên saziyên alîkariyê yên li Efganistanê li ber rawestanê ne, dibe di nava çend hefteyan de bi milyonan mirov rû bi rûyê birçîbûn û hejariyê bên. -
Piştî salekê li Libnanê hikûmet hate avakirin
Piştî salekê li Libnanê hikûmeta nû hate avakirin. -
DYE hêzeke nû ya operasyonê dişîne Kendavê
Fîloya Pêncan a DYE'yê, di demeke wiha de ku bi Îranê re rageşî heye, ragihand ku ew ê hêzeke nû ya operasyonê ku amûrên hewayî yên bêmirov û zekaya çêkirî entegre dikin, bişînin Kendavê. -
AKP'ya Fasê di hilbijartinê de derbeke giran xwar
Partiya Adalet û Rabûnê (PJD) ya Fasê ku ev 10 sal in li parlamentoyê xwedî piranî kursiyan bû û li ser hikûmetê bû, di hilbijartinê de derbeke giran xwar. -
Li Virginiayê peykerê General Robert Lee hate rakirin
Li bajarê Richmond ê eyaleta Virgingia ya DYE'yê peykerê General Robert Lee hate rakirin. -
YE: Hikumetê Talîbanê hemû beşên civakê temsîl nake
Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku hikumeta ku Talîbanê ava kiriye ne berfireh e û cihêtiyên olî û etnîk jî temsîl nake. -
Li bakurê Yemenê şer: Nêzî 80 kes mirin
Li wîlayeta Marîbê ya li bakurê Yemenê, di şerê navbera Hûsiyên Şîa û hêzên hikumetê de nêzî 80 şervan mirin. -
Li Endonezyayê ji ber şewata li girtîgehekê 41 kes mirin
Li herêma Cakarta ya Endonezyayê, ji ber şewata li girtîgehekê herî kêm 41 kes mirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Meksîkayê erdheja bi 7.1 pileyî
Li başûr rojhilatê Meksîkayê bi 7.1 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Li Meksîkayê lehî rabû: Zêdeyî 20 kes mirin
Li Meksîkayê li paytext Meksîko û eyaleta Hîdalgoyê ji ber baranê gelek kes mirin. -
Li Meksîko wê li şûna peykerê Colomb ji bo jinan bîrdarî were danîn
Li paytexta Meksîka Meksîkoyê wê peykerê Chrîstophe Colomb were rakirin li şûna wê ji bo balê bikişînin ser rola jinên xwecih ên di dîrokê de bîrdarî were danîn. -
Darbekaran li Gîneyê saziyên dewletê betal kirin
Li Gîneyê ku welatekî Efrîkayê ye darbekaran ragihandin ku wan saziyên welêt betal kirine. -
Li Gîneyê darbeya leşkerî
Li Gîneyê, leşkeran darbeyeke nû kirin û dawî li serweriya Serokkomar Alpha Conde anî. Darbekaran Conde girtin. -
HBDH: Divê jiyana serokê Perûyî Gonzalo were parastin
HBDH’ê piştgirî da kampanyaya parastina jiyana serokê şoreşger Dr. Abîmeal Gûzman Reynaso (Gonzalo) yê ku li Perûyê di girtîgeheke binê erdê de ye. -
Kurê Kaddafî hate berdan
Kurê lîderê berê yê Lîbyayê Mûammer Kaddafî, Saadî Kaddafî ji girtîgehê hate berdan. -
Talîbanê ragihand ku Pencşîr bi dest xistiye
Hate ragihandin ku geliyê Pencşîrê yê ku li dijî Talîbanê heta niha li ber xwe dida, bi temamî kete destê Talîbanê.