CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Êrîvan dixwaze li ser sînor yekîneyên Rûs bên bicihkirin
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ji bo ji aloziya bi Azerbeycanê re dûr bikeve, eşkere kir ku wê daxwaz bikin tevahî sînor yekîneyên Rûs bên bicihkirin. -
Li Efganistanê lêhî rabû: Bi kêmanî 40 kes mirin, 150 kes jî winda ne
Ji ber barana zêde li parêzgeha Nûristan a dikeve bakurê rojhilat a Efganistanê lêhî rabû, bi kêmanî 40 kes mirin, 150 kes jî winda bûne. -
Yekemîn Serokkomarê gundî yê Perûyê ji bo destûra bingehîn a nû soz da
Yekemîn Serokkomarê gundî yê Perûyê Pedro Castîllo, di merasîma sondxwarinê de soz da ku wê destûreke bingehîn a nû amade bike û li dijî karên nelirê têbikoşe. -
Li Nêzî Kerkûkê helîkoptêreke leşkerî ket, 5 kes mirin
Li nêzî Kerkûkê helîkoptêreke leşkerî dema 'misyona şer' ket û 5 leşker mirin. -
Şerê li Efganistan: Rûsya desteka xwe ya ji bo Tacikistanê zêdetir dike
Wezareta Parastinê ya Rûsya, li ser ‘xirabûna’ rewşa li Efganistanê, ragihand ku wê desteka xwe ya çek û perwerdehiyê ya ji bo artêşa Tacikistanê zêdetir bike. -
Talîban û Pekîn bazariya çi dikin?
Heyeteke Talîbanê ku serdana Çînê kir, bi rayedarên payebilind ên Çînê re hevdîtin kir. -
Li Hindistanê qeza: 18 karker di xew de hatin kuştin
Li bakurê Hindistanê, ji ber qezayekê 18 karkerî jiyana xwe ji dest dan. -
Di teqîna li Elmanyayê de 1 mir, 4 winda 16 jî birîndar in
Di teqîna li tesîsa kîmyewî ya li Leverkûsen a dikeve rojavayê Elmanyayê pêk hat de, kesek mir, 4 jî winda bûne. -
HRW'ê Îsraîl û Hamas bi sûcê şer sûcdar kir
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Îsraîl û Hamas sûcdar kir ku di şerê meha Gulanê de sûcê şer kirine. -
Li Libnanê Najîb Mîkatî hate peywirdarkirin ji bo ku hikûmeta nû ava bike
Li Libnanê Serokwezîrê berê Najîb Mîkatî hate peywirdarkirin ji bo ku hikûmeta nû ava bike. -
DYE dawî li mîsyona xwe ya şer a li Iraqê tîne
Serokê DYE'yê Joe Biden di mijara hêzên Emerîkî de yên li Iraqê "asteke nû" ragihand û diyar kir ku wê heta dawiya salê dawî li temamiya 'mîsyona şer' bîne. -
Li Derya Spî nêzî 60 koçberên din jiyana xwe ji dest dan
Li peravên Lîbyayê, nêzî 60 penaberên din xeniqîn. Penaberên ku jin û zarok jî di nav de bûn, berê wan li Ewropayê bû. -
Buroya Al Jazeera li Tûnisê hate girtin
Li Tûnisê piştî parlemento hate sînordarkirin û serokwezîr ji erkê hate girtin û şûnde buroya televîzyona El Jazeera ya Qetar ku nêzî partiya Tevgera Nûhda ya Îslamî (Ennahda) tê zanîn, hate girtin. -
Li Londonê jina ku tîşortê Charlîe Hebdo li ser hate kêrkirin
Li paytexta Brîtanya Londonê jina ku tîşortê nivîsa ‘Heskirin ji nefretê bihêztire’ li ser, li xwe kiribû hate kêrkirin. -
Li pêşiya parlementoya Tûnisê şer
Piştî ku Serokkomarê Tûnisê Kays Saîd parlemento sînordar kir û serokwezîr ji erkê girt û şûnde, bi sedan alîgirê Saîd rê nedan ku alîgirên partiya Ennahdha a Îslamî nêzî parlementoyê bibin, şer derket. -
Neteweyên Yekbûyî: Li Efganistanê hejmara mirina sivîlan gihîşt asta rekorê
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Efganistanê di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de hejmara sivîlên hatin kuştin gihîşt asta rekorê. -
Li Tûnisê biryara mîna darbeyê
Serokdewletê Tûnisê Kaîs Saîed ragihand ku wezîfeyên parlamentê hatine rawestandin û serokwezîr ji wezîfeyê hatiye girtin. -
Kazimî tevî şandeyekê diçe Emerîka
Îro Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel şandeyek çû Emerîkayê. -
Ji ber baranên mûsonê yên li Hindistanê 127 kes mirin û bi dehan kes wenda ne
Perava rojava ya Hindistanê ji ber baranên dijwar di bin avê de ma. Herî kêm 127 kes jiyana xwe ji dest dane, servîsên meterolojiyê hişyarî dan ku wê baranên dijwar ji nûve bibarin. -
Li Brezilyayê bi deh hezaran kesî xwest ku Bolsonaro ji peywirê were standin
Li Brezilyayê roja şemiyê bi deh hezaran kes derketin kuçeyan û xwestin ku Serokkomar Jaîr Bolsonaro ji peywirê were standin. -
Li Fransayê 160 hezar kes qerta derzîlêdanê protesto kir
Li tevahiya Fransayê li dijî qertên derzîlêdanê li 168 navendan çalakî çêbûn û 160 hezar kes tevlî van çalakiyan bû. -
Li Efxanîstanê li dijî gefên Talîbanê qedexeya derketina derwe hat ragihandin
Ji ber gefa ewlekariyê ya li Efxanîstanê ku her diçe zêde dibe ji bilî 3 vîlayetan li tevahiya welêt qedexeya derketina derwe hat ragihandin. -
Xwecihiyên Meksîkayê li dijî milîs û çetên bi çek xwe rêxistin dikin
xwcihiyên li eyaleta Chîapas a dikeve başûrê Meksîkayê, bi armanca xweparastina ji çeteyên bi çek, dest bi avakirina komên erka xweparastinê kirine. -
KENY’yê helwesta Erdogan a derbarê Qibrisê rexne kir
KENY’yê helwesta Serokkomarê Tirk Erdogan a di mijara Qibrisê de rexne kir. -
Ji ber lêhiya li Çînê hejmara miriyan derket 50’î
Ji ber lêhiya li Çînê rabûyî hejmara miriyan derket 50’î.