Zozanî: Li Ewrûpayê xebatên xwe yên lobî xurt bikin

Zozanî: Li Ewrûpayê xebatên xwe yên lobî xurt bikin

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî yê li Elmanyayê de, bi Kurdên li bajarê Essenê dijîn re civînek lidar xist. Zozanî bang li Kurdên li dîasporayê kir ku lobiya xwe xurtir bikin.

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, ku li ser vexwendina Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk (DÎDF) hat Elmanyayê û li Komeleya Piştgiriyê ya Kurd û Elmanan a li bajarê Essenê, bi Kurdistaniyan re hat cem hev. 

Zozanî der heqê pêşveçûnên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de agahî da û bal kişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza li Amedê de. Zozanî diyar kir ku pakêta çareseriyê ya Ocalan pêşkêş kir, ji bo Kurdan mîladeke nû ye û got, "Em niha ji her demê bêtir nêzî azadiyê ne. Ji ber vê yekê divê herkes bêtir bixebite. Îro Kurdên li Amed, Hewlêr, Qamişlo û Mahabadê dijîn, heman tiştî difikirin. Sînorê navbera wan, di warê giyanî de rabûye. Eger pêvajo biçe serî, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî wê serbest werin berdan. Saziyên li Kurdistanê wê ji aliyê gel ve werin hilbijartin. Ev jî tê wê wateyê, ku emê xwe bi xwe rêve bibin."

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî destnîşan kir ku hêviyeke mezin ji Kurdên li Ewrûpayê tê kirin û weha peyivî: "Di serî de li Elmanya li gelemperiya Ewrûpayê girseyeke mezin a Kurd heye. Barê têkoşîna 30 salan li ser milê vê girseyê hat hilgirtin. Ked û berdêlên mezin dan. Lê di dema dawî de bêdengiyek heye. Daxwaza me ji gelê me yê li Ewrûpayê ewe ku xebatên xwe yên lobiyê xurtir bike. Têkiliyên xwe yên bi hukûmetên welatên hûn lê dijîn re, bi rêxistinên civakî yên sivîl re xurtir bkin. Ji ber ku di dema pêş de pêdiviya me wê bi van têkiliyan hebe."