Zozanî: Bila dewlet kurdan nexapîne, nexwe encam dê pir giran be

Zozanî: Bila dewlet kurdan nexapîne, nexwe encam dê pir giran be

BDP'a Colemêrg û Geverê li dijî tiryak, fihûq, sîxurî, avakirina qereqolan û bendavan li navçeya Geverê meşek girseyî pêk anî. Bi hezaran kesên meşiyan hewldana dewletê ya li hemberî gelê Kurd şermezar kir. Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî diyar kir ku, bila AKP û dewlet gelê kurd nexapîne, nexwe dê encama wê pir giran be.

BDP'a Colemêrg û Geverê, li dijî pêkanînên dewletê yên wekî avakirina qereqolên nû, bendavên herêmê, hewldanên polîsan ên tiryak, fihûş û sixûriyê li navçeya Geverê meşek girseyî pêk anîn. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Geverê kom bû, bi tevlêbûna Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî, endam û rêveberên BDP'ê, êndamên meclîsa şaredariyê û bajar, Şaredarên BDP'î yên Colemêrgê û navçeyên wê, nûnerên KURDÎ-DER, Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê, TUHAD FED, KESK, DÎSK Odeya Bazirganiyê ya Geverê, Înîsiyatifa Daiykên Aştiyê meş pêk anîn.

Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn heta Kolana Girtîgeha berê meş pêk anîn. Girseyê di meşê de posterên pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz û 3 jinên kurd ên li Parisê hatin qetilkirin vekirin. Girseyê di meşê de pankarta "Ocalan, Egîd û Viyan Soran, aşîtî xwebûyin" vekirin dowizên "Em berxwedana Serok Ocalan silav dikin", "Kurd ne Kurdên berê ne", "Ne qereqolan riyan çêkin", "1'emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn pîroz dikin", "Berxwedana Parqa Geziyê silav dikin" bilind kirin.

Piştî girse heta Otela Oslo meşiya li vir Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî diyar kir ku, gêrîlayên HPG'ê bi fermana Ocalan dest bi vekişîne kirin û xwest êdi dewlet jî gavan bavêje. Zozanî hikûmeta AKP'ê û dewlet hişyar kir û xwest êdî dewlet kurdan nexapînin an jî Kurd dê di şev û rojekê de dewletê dem û dûz bikin. Zozanî da zanîn ku, êdî sebra kurdan nemaye û xwest dawî li van lîstikan bînin û mafê gelê kurd qebûl bikin. Zozanî destnîşan kir ku, gelê Kurd gotinên Birêz Ocalan yek yek pêk tîne û xwest dewlet û hikûmet jî êdî gavên çareseriyê bavêje.

Meş piştî axaftinê bi dawî bû.